KDC

Platforma Kurdên Li Hambûrgê
Newroza Hemû Kurdan Pîroz Dike

Platforma Kurdên li Hambûrgê bi peyamekê Newroz û sersala Kurdî li Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û li Kurdên derveyî welat pîroz kiriye.

Peyam:

Em wek Platforma Kurdên li Hamburgê, Newrozê bi awayekî coş û mezin li hemû Kurdan pîroz dikin.
Wek em hemû dizanin Newroz ji bo Kurd û Kurdistaniyan xwedî cihekî taybet e. Kurd û Kurdistanî hem wek cejnekê, hem jî wek roja serhildan, berxwedan û tekoşîna ji bo azadî û serxwebûnê pêşewaziya Newrozê dikin. Ji ber vê yekê dewletên dagirker pîrozkirina Newrozê qedexe kirine. Em agirê Newrozê ji bo yekitî, yekrêzî û ji bo Serxwebûna Kurdistanê geş bikin!
Bijî Newroz
Bijî Kurd û Kurdistan

Platforma Kurdên li Hambûrgê

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awsturyayê ji ber serkeftina wan dê klîbeke navenda xwe xelat bikin 

KDC

Tîmeke ser bi Navenda Fînlendayê serkeftinek tomar kir

Xelan

Ahenga derçûna 49 xwendekarên Kurd li Luksemburgê hat lidarxistin

Xelan