KDC

Ev Çend Roj in Du Kurdên Êzidî Wenda Ne

Ev çend roj in du Kurdên Êzidî yên xelkê Şingalê wenda ne, çarenivîsa wan ne diyar e û trimbêla wan li peravên kolana Çiyayê Şingalê hatiye dîtin.

Li gor zanyariyan yek ji Kurdên Êzidî yê ku şifêrê qamyonê ye, karê xwe yê rojane bo veguhestina blok, çîmento û amarên avahîsaziyê dikiriye û di 22ê Tebaxê de li gel xizmekî xwe li Çiyayê Şingalê wenda bûye.

Merivên her du Kurdên Êzidî serdana dezgeh, hêz û aliyên asayîşê yên li Şingalê kirine. Heta niha agahiya tu kesî ji çarenivîsa wan nîn e.

Navên her du welatiyan ev in: Bircis Xelîl Îdû (30) û Cemîl Xidir Serhan(35)

___

Ji Bo Navenda Rewenda Kurd

KDC

Moskowa Soza Tolhildanê Dide 

KDC

Navenda Revenda Kurd Wê Webinarekê Li Ser Çavkanî Û Ramana Tundrewiyê Lidar Bixe

KDC