KDC

Li Elmanyayê Kurdek çûye ser êrîşeke terorîstî.


Çiya Rabîe yê ku Kurdekî li Elmanyayê dijî, li Vortsbûrgê bi wêrekî çû ser terorîstekî.
Çiya Rabîeî yê 42 salî ku ji bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê ye, bi wêrekî bi terorîstekî ji Somaliyî re rû bi rû maye. Di 26-6-2021an de li bajarê Vortsberg ê Elmanyayê yekî Somaliyî li kolanan bi kêran êrîşî xelkê kiriye û di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne. Ji bo girtina terorîstê Somaliyî Çiya Rabîeî çûye ser terorîstî û hêsantir kiriye ku polîsên Almaniya terorîstê Somaliyî desteser bikin.

___

 Konfederasyona Rewanda Kurdistanî wê beşdarî şehîdbûna Dr. Qamîşlo bibe 

KDC

Saman Sîweylî: Cara Yekemîn E Wê Ji Bo Kurdên Li Derve Projeya Fêrkirina Zimanê Kurdî Ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ve Bê Dayîn

KDC

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Karzan