Şefa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di demên çend salên borî de vê konfederasyonê karîbûye beşeke mezin a diyasporaya Kurdistanî li dora xwe kom bike. Ji bo gotûbêja vê carê ya “Bazneya Gotûbêjê” (Rola diyasporaya Kurdî li fezaya derveyê niştiman bo bilindkirina nasyonalîzmê), ji ber ku li derveyî welat bû, nekarî rasterast bi me re beşdar bibe, lê belê peyameke taybet bo vê gotûbêjê hebû, ev peyam di destpêka gotûbêjê de bi deng pêşkêşî amadebûyan hat kirin û bi vî awayî raman û nêrînên xwe yên derbarê “diyaspora û nasyonalîzmê” de xistiye rû:
Pêşî gelek spasiya we dikim bo vê derfetê û spasiya rêkxer û amadebûyên xweşdivî dikîn.
Destpêkê de bi peyva diyasporayê dest pê dikim.
“Diyaspora” peyvek e di zimanên Ewropî de tê bikaranîn bi wateya “Belavbûnê”. Wekî ku hûn dizanin Kurd jî neteweyeke bê welat û parçe kirî ye û li ser welatên din hatiye perçekirin. Di navbera vê parçekirin û pertewbûnê de jî, mijara nasyonalîzmê pirsek hêsan nîne û gelek pirs û têbînî di xwe de dihewîne. Bi dehan û sedan salan e, neteweya Kurd berdewam e di xebat û têkoşîna xwe de li hundir û li derveyî niştiman.
Di vê gotara kurt de, behsa xebata gelê Kurdistanê li navxwe ya welat nakîn, lê belê ew tiştê ku mebesta me ye, xebata revenda Kurdistanî ye li derveyî axa xwe.
Pirsên sereke ev in:
Gelo netewe dikare li derveyî sînorê xwe yê cografî hebe?
Gelo nasyonalîzma Kurdistanî dikare li derveyî welatê xwe yê resen xebat û têkoşînê bike?
Em bi hemû bi dil ve bawer dikin ku bersiva van pirsan “Belê” ye.
Belê, neteweya me dikare wek Kurdistaniyek li derveyî axa xwe bijî û dikare welatiyekî pir bi hêz û pir bi kêrhatî yê wê civakê jî be ku tê de dijî.
Di maweya xebata me de di warê diyasporaya Kurdistanî de, me çend rastî û heqîqet dîtin. Yek ji rastiyan ew e ku nasyonalîzma Kurdistanî li diyaspora û li navxwe ya Kurdistanê bi yek aliyê ve kar dikin.
Birêzan, di vê behsa kurt de dixwazim van pirsên jorîn û gelek pirs û mijarên din ji we birêzan re zelal bikim:
Xala Yekem: Koçberî wek deriyek ji derbasgehên Kurdayetiyê
Yekem pengava bo avabûna diyasporayê ji koçberiyê pêkhatiye. Wekî ku em hemû dizanin, cihê koçberî û hicretê çiqas girîng bûye di dîroka mirovayetiyê de û herwiha di dîroka olan û miletan de. Bi dehan welat bi sedema koçberiyê ava bûne.
Eger em werin ser behsa Kurdistanê jî, ji mêj ve ji me re derketiye, şaîr heta ji warê xwe dûr diketine ewqas bêtir hesta wan a neteweyî bilindtir dibû û helbesta neteweyî ya xweştir dinivîsîn. Kerem bikin nivîsînên Melayê Cizîrî û Nalî û Hejar bixwînin.
Herwiha werin em bi hev re xwendineke bo derbasbûna Barzaniyê nemir û hevalên wî ji çemê Arasê bikin û koçberiya wan bo Sovyeta berê behs bikin û bizanin çend dersên neteweyî û nasyonalîzmê tê de dibînin. Hilbijartina koçberiyê û diyasporayê wek nîşana xweragirî û xebata berdewam û mayînê bûye.
Pirraniya koça Kurdistaniyan bo derveyî axa xwe bi vîna xwe nebûye, belkî bi zorê bûye. Her ev koç bûye çavkaniya derxistina yekemîn rojnameya Kurdistanî li Qahîreya paytexta Misrê di sala 1898an de û weşandina yekem radyoya Kurdî li Yêrîvanê di salên 30î yên sedsala borî de.
Ev mînakên jorîn tenê bûyerên dîrokî yên asayî nebûn derbarê koçberiyê, belkî rêyek bûn ji rêyên nasyonalîzmê û deriyekî dîrokî bo Kurdayetiyê.
Xala min a duyem, pêkhatiye ji çawaniya berdewambûna nasyonalîzmê li diyasporayê
Dema em behsa nasyonalîzmê dikin, bi giştî em li ser ax, sînor, dewlet û nifûs û ziman difikirin. Netewe bi awayekî xwezayî bi cihekî cografî ve girêdayî dibe. Lê koç pirseke cuda ji me re çêdike: Dema endamên neteweyekê li derveyî axa xwe dijîn, nasyonalîzm çi lê tê?
Bersiva vê pirsê bi taybetî di hawîrdora diyasporanişîn de taybetmendiyeke xwe yê cûda heye. Koç diyardeyeke cîhanî ye, lê koçberiya Kurdistaniyan pirsekî bi tevahî cuda ye ji koça miletên din.
Ji sedsala borî ve, hejmara Kurdistaniyan li welatên Sovyeta berê û welatên Ewropî û Amerîka ber bi zêdebûnê ve çûye. Niha hejmara Kurdistaniyên diyaspora ji çend milyon kesan derbas bûye. Mijar ne bi hejmareke diyar a xelkê ve sînordar e belkî peywendîdar e bi çend milyonan ve.
Di dema xebata me de di pirsa diyaspora de ji me re derket ku pirsa nasyonalîzm û Kurdayetiyê di hest û dilê Kurdistaniyên derveyî welat de berdewam e, tevî ku bi salan e Kurdistaniyan welatê xwe bi cih hiştine, an nifşê duyem û sêyem hene ku hinek ji wan heta Kurdistanê jî nedîtine.
Xala Sêyem: Derbarê avabûna beşa pêncem a Kurdistanê li diyasporayê
Diyaspora wate komek e ku endamên wê li cihên cografî yên cuda belav bûne. Kurdistanî li gelek dewletan dijîn, xwedî nasnameyên cuda ne, lê di heman demê de ji me re derketiye ku ew dikarin bîranînek, zimanek, çandek, dîrokek û hesteke neteweyî û peywendiyeke hevbeş hebe.
Wate dûrketina Kurdistaniyan ji warê xwe wiha nebûye sedem ku bê jê birîn, belkî berevajî, beşeke din a Kurdistanê hatiye avakirin.
Kurdistaniyên beşa pêncem a Kurdistanê ji her çar parçeyên dinê cuda ne, ev li welatekî dijîn heta radeyekî zêde kêşeyên taybet bi mafê mirovan û azadiyan nînin û mafên wan bi giştî parastî ne, ya ku maye ew e ka çiqas hesta Kurdayetî û Kurdistanîbûnê li ba wan parastî ye û paşê çawa vediguhêzin bo nifşên paşerojê.
Xala Çarem: Erkê me li diyaspora, zindîragirtina hesta neteweyî ye
Ew tiştê ku taybet be bi erkê me, di xala çarem de behs dikim: Erkê me li diyaspora, zindîragirtina hesta neteweyî ye. Di vê bendê de em dixwazin bi kurtî behsa erk û çalakiya xwe bikin li diyaspora:
Wekî me behs kir, xebat di hawîrdora diyaspora de karekî hêsan nîne bi taybetî di hawîrdoreke pertewaze de li hemû cîhanê. Herwiha Kurdistan jî wekî ku em hemû dizanin parçe kirî ye û derz û qelaşa navbera parçeyên Kurdistanê digihe sedan salan. Tevî van astengiyan, em berdewam bûn di xebata xwe de.
Berî her tiştî divê bê gotin, me di bin rêberî û serkirdayetiya (cenabê Serok Barzanî) de dest pê kir, û hemû hewla me ji bo Kurdayetiyê bûye. Bi wateyeke din em dixwazin nasyonalîzmeke erênî û aştîxwaz nîşan bidin, dûr ji gengeşeya hizbî û dûr ji dijayetîkirina hev.
Me rêbazek hilbijartiye ku li ser parastina nasname û ziman hatiye avakirin. Her karekî me encam daye li ser bingeha xebata hevbeş û nêzîkkirina hemû parçeyên Kurdistanê û nêzîkkirina hemû cudahiyên navxwe ya niştiman bûye.
Şêwaza xebata me bi plan û modern bûye. Me çav li hemû cudahiyên wan welatên ku Kurdistaniyên diyaspora tê de dijîn kiriye. Herwiha me çav li hemû cudahiyên olî û zaravayî û civakî yên navxwe ya xwe kiriye da ku bi baştirîn awayî çalakiyên xwe encam bidin.
Dema cejna Newrozê li bajarekî Almanyayê encam didin, bi sedan hezar Kurdistanî bi awayekî aştîxwaz kom dibin, pirraniya wan ji dûr ve tên. Ev wateya wê çi ye? Ev wateya berbelavbûnê ye? Bêguman na, ev wateya firehbûn û bihêzbûna neteweya Kurd e.
Ew tiştê ku em berdewam hewl didin, ew e ku ala û ziman bibe sembol, cejna Newrozê bibe cejna nasnameyî û neteweyî. Bi vî awayî hesta neteweyî li ba takê Kurd li diyaspora bihêz dibe.
Me dît ku her ev e bû bi sedan hezar Kurdistaniyan li paytextên cîhanê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê re diyar kirin û ala Kurdistanê li hemû bajarên mezin ên dinyayê bilind kirin. Di dema wan çend salên xebata me de, bi dehan û sedan çalakiyên din me hebûn ku gişt ji bo bilind ragirtina hesta (Kurdistanîbûnê) bûye di nav revenda Kurdistanî de.
Pêwîst e di dawiya vê xalê de wê jî dubare bikim, hemû ev kar û çalakî bi piştgirî û piştevaniya (cenabê Serok Mesûd Barzanî) hatine encamdan. Ew karîzma û dîroka pir serwerî ya cenabê wî ye ku bi hezaran kes li dora vê projeyê kom kiriye.
Xala Pêncem: Avakirina pirekê di navbera niştiman û diyaspora de
Di xala pêncem de têm ser erkeke din a me ku ew jî avakirina pirekê di navbera niştiman û diyasporayê de pêkhatiye.
Hema ku me dest bi karên xwe kir li nivîsîngeha diyaspora, yekser me hestpêkir, erkê yekem ê me divê pirekê ava bikin di navbera Kurdistaniyên diyaspora û niştiman de. Bi taybetî ligel wê beşa Kurdistanê ku azad e û hikûmeteke Kurdistanî wê bi rê ve dibe.
Bi xweşhaliyê ve birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi her awayî hevkarê me bûye. Cenabê wan piştgiriya gelek çalakî û projeyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî û komele û rêxistinên revenda Kurdistanî kiriye.
Ziman bingeheke sereke ye di projeya netewesaziyê de. Dema welatiyek axa xwe bi cih dihêle, beşek ji dîroka xwe ligel xwe de dibe. Kesek ku sîh sal li derve jiyaye, dikare hê jî xwe wek endamekî komeleyeke neteweyî bizane. Zarokên wî jî dikarin heman hest hebe, lê beşeke mezin ji wan bêpar bûn ji fêrbûna zimanê şirîn ê Kurdî.
Nifşê yekem bi giştî Kurdistana xwe nas dike. Li wir ji dayik bûye, li wir jiyaye û bîranînên kesane hene. Lê belê çawa bi nifşê duyem û sêyem re were danûstandin? Zarokek ku li London, Berlîn, Toronto, an Washingtonê ji dayik bûye, nasnameya welatê ku lê ji dayik bûye heye, bi zimanê wî welatî diaxive û hemû jiyana xwe li wir ava dike. Gelo çawa têkiliya xwe bi nasnameya neteweyî ya dê û bav, an bapîr û dapîra xwe biparêze?
Li vir diyaspora erkê xwe dibîne. Ji bo vê armancê, bi piştgiriya birêz Mesrûr Barzanî me peymanek hevtêgihîştinê li gel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kiriye. Fêrbûna zimanê Kurdî bi awayê online li hemû mala Kurdistanî ya li derveyî welat berdest e.
Û bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me hemû hewla xwe xistiye kar da ku dibistan û polên zimanê Kurdî li diyaspora fireh bibin, niha nêzîkî (40) çil pol û dibistanên Kurdistanî hene, em dixwazin di paşerojê de bigihêjin bi sedan dibistan û pol li hemû cîhanê.
Wate şêwaza xebata me bi du arasteyan e, pirekê di navbera niştiman û revenda Kurdistanî de ava bikin. Herwiha pireke neteweyî di navbera nifşê yekem ê diyaspora û nifşên paşerojê de ava bikin.
Mebest ne ew e ku ciwan neçar bibin di navbera du nasnameyan de yekê hilbijêrin. Mirov dikare bi temamî xwe li gel civakekê biguncînê û di heman demê de têkiliyeke kûr bi dîrok û çanda dê û bavê xwe hebe. Dikare welatiyê Fransa, Almaniya, Amerîka, an Kanada be, di heman demê de nasnameya xwe ya çandî, an neteweyî ya Kurdistanî biparêze. Li wir nasname dibe pir rehendî. Ev pir rehendî jî dijî hev nîne, berevajî, dikare bibe çavkaniya dewlemendiyê.
Aliyeke din a xebata me ew e, sûd ji şiyanên kesên pispor û xwedî ezmûn û sermayedar were wergirtin li Herêma Kurdistanê, û bikaribin xizmeta sektorên cuda yên herêma me ya azad bikin. Kurdistaniyên diyaspora çavkaniyeke manewî û zanistî ya mezin in û pêwîst e bi her awayî li navxwe ya Kurdistanê kar li gel wan bê kirin bo pêşxistina kertên cuda yên hikûmdariya Kurdistanê.
Xala Şeşem û dawî ji lobîkirin wek amrazeke karîger bo bidestxistina mafên neteweyî pêkhatiye
Di dawiyê de, bi pêwîstî dizanim tekez li ser wê xalê bikim, li diyasporayê, me bi sedan hezar kes hene, rast e bi fizîkî dûr in ji niştiman, lê bi hest û soza Kurdayetiyê pir nêzîk in û amade ne û berdewam in di xebat û têkoşanê de di pênava mafên gelê Kurdistanê.
Ev hejmara zêde, hêza nerm a Kurdistanê ye. Wan koçberbûna xwe guhertiye bo hesta Kurdayetiyê. Dûrbûna ji welat kirine xweşdiviya bo niştiman. Di navbera wan dilsozên bo niştiman, me hewl da toreke xebat û xebata neteweyî û aştîxwaz a berdewam hebe.
Ev tora cîhanî ji sedan komele û rêxistin û federasyonan pêk hatiye, li ser bingehê nasnameya Kurdistanî û bilind ragirtina ala Kurdistanê û hesta neteweyî hatiye damezrandin. Hewlên me ew e ku diyasporayeke rêkxistî ava bikin û bikaribin berjewendiya neteweya xwe biparêzin û binpêkirinên ku li hember Kurdistaniyan tên kirin, bigihînin saziyên welatên xwe û rêxistinên cîhanî. Diyasporayek ku bikaribe ligel parlemanteran bicive, konferansan rêk bixe, lêkolînan amade bike, peywendî bi medya re bike, zanyaran kom bike, an beşdarî gotûbêja giştî bibe.
Hêza rastîn a diyaspora di wê demê de derdikeve holê ku ev tor werin guhertin bo kiryarê. Kiryar wate bi lobîkirinê di nav çavkaniyên desthilat û biryardana li welatên cîhanê.
Di dawiyê de em nêzîkî armanca xwe dibin û diyaspora dikin çavkaniyeke hêzê bo netewe.
Bijî Kurd, Bijî Kurdistan
Gelek spas bo guhdarîkirin û amadebûna we.

