KDC

Yaneyeke ser bi navenda Rewanda Kurdistanî ya li Berîtanyayê bi serketineke girîng bidest xist

Yaneya fûtbolê ya Kurdîsh FC ku ser bi Navenda Rewanda Kurdistanî li Berîtanyayê ye, di lîga yekem de li hember tîma NCFL Division ONEY ya Brîtanî bi ser ket

Duh 18/9/2022 roja yekşembîyê FC kurdî ya ku ser bi navenda penaberên Kurdistanê ya li Brîtaniya ve ye di lîztina xwe ya yekem a lîga xwe de karî serkevtinê bi ser NCFL DIVISION ONEY ya Brîtaniyayî de bi dest ve biîne û bi heft golan beramber du golan

Hêjayî gotinê ye ku klûba fc kurdîsh ku ji aliyê Kurdên li Brîtanyayê dijîn ve hatiye avakirin û xwediyê gelek werzîşvanên kurd ên jêhatî ye, her wiha xwediyê dibistaneke ji bo perwerdekirina werzîşvanan e û di bin sîwana Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî de çalakiyên xwe pêş dixin .

___

Yekîtiya Ewropa: Wê li ser nasnameya koçberan tedbîrên tund bigire 

KDC

Îtlaatê Girtiyekî Kurd Kuştiye

KDC

Şifa Barzanî di Konferansa DiaKurd de Stratejiya Yekrêziya Neteweyî û Rola Diyasporayê Pêşkêş Kir

Karzan