Bi biryara hikûmeta Brîtanyayê ya bo rawestandina pêvajoya hevgihandina malbatê, zêdetirê 16 hezar penaber nikarin bigihîjin malbatên xwe.
Ev biryara nexwastî bûye sedem ku hejmareke zêde ya jin û zarokan li navçeyên pevçûn û şer de asê bimînin, an jî ji bêhêvîtiyê penayê bibin ber qaçaxçiyan û rêyên mirinê yên metirsîdar ji bo gihîştina cihên aram.
Encûmena Penaberan li Brîtanyayê eşkere kir, ji meha Îlona sala borî ve, piştî ku hikûmetê rêya hevgihandina malbata penaberan rawestandiye, heta niha nêzîkî 16,300 kes ji pêşkêşkirina daxwaznameyê bo gihîştina malbatên xwe bêpar mane. Li gorî amaran, neh ji deh kesên ku berê mafê hevgihandina malbatê wergirtine jin û zarok bûn, bi awayekî ku tê texmînkirin di nav vê hejmara nû de 9,273 zarok û 5,835 jin hene.

Tevî ku berê hatibû gotin ku ev rawestandin tenê heta bihara îsal dewam dike, lê heta niha tu biryarek bo destpêkirina pêvajoyê nehatiye dayîn, ku wek şahdamara jiyanê bû bo bi hezaran malbatên ji hev qetiyayî. Li hemberî vê yekê, hikûmet behsa rêyên din ên ewle û yasayî dike, wek pêvajoya sponsoriya civakî, ku tê de civak alîkariya penaberan dikin bo dabînkirina cihê mayînê û kar, lê belê çavkaniyên Wezareta Navxwe piştrast kirine ku ev sîstem di 10 salên borî de tenê 1,000 kes aniye nav welêt, di demekê de ku di rojeke asayî de bi sedan penaber bi kelekên biçûk derbas dibin.

Ev rewş bûye sedema duristbûna rewşeke derûnî ya dijwar bo penaberan, jineke penaber a Îranî ku ligel du zarokên xwe yên 21 û 16 salî li Londonê dijî, behs dike ku ji ber vê biryarê rastî hilweşîneke derûnî ya mezin hatiye, ji ber ku hevjînê wê di rewşeke gelek metirsîdar de li Îranê maye. Ew jin çar sal berê gihîştiye Brîtanyayê, lê ji ber ku sal û nîvek pê çûye heta hevdîtina wê ya yekem hatiye kirin, nekarîye berî derçûna biryara qedexekirinê hevjînê xwe bîne ba xwe. Ew dibêje ev îşkenceyeke derûnî ye û binpêkirineke aşkere ya mafên mirovan e ku malbatan ji hev qut dike û dawî çirûska hêviya wan ji nav dibe.

Ji aliyê xwe ve, Îmran Husên rêveberê karûbarên derve li Encûmena Penaberan hişyarî dide ku, rêyên yasayî û ewle jiyanê rizgar dikin. Ew dibêje jin û zarok li welatên wek Sûdan û Efxanistanê ji ber bêhêvîtiyê neçar dimînin li kelekên biçûk siwar bibin, ji ber ku tu dê û bav jiyana zarokê xwe naxin metirsiyê di deryayê de meger ku ew cihê ku jê direvin ji deryayê metirsîdartir be. Navbirî daxwazê ji hikûmetê dike ku bi lez rêya hevgihandina malbatê vegerîne da ku malbat bikaribin bi hev re jiyaneke nû ava bikin.

Di bersiva van rexneyan de, peyvdarekî Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragihand, projeyasaya nû ya koç û penaberiyê çaksaziyê di yasayên mafên mirovan de dike bo parastina kesên ku bi rastî pêwîstiya wan bi parastinê heye, di heman demê de rê li ber îstîsmarkirina sîstema penaberiyê digire. Wezareta Navxwe tekez dike ku di bin siya çaksaziyên hikûmetê de, hevgihandina malbatê êdî tiştekî otomatîk nabe û kesên ku dixwazin malbatên xwe bînin Brîtanyayê, divê mercên gelek hişktir bi cih bînin.

Rawestandina rêya hevgihandina malbatê, ku berê mafekî yasayî bû bo kesên ku mafê penaberiyê wergirtibûn da ku hevjîn û zarokên xwe yên di bin 18 salî de bînin, beşek e ji zincîreya sîyasetên nû û tund ên hikûmeta Brîtanyayê bo kontrolkirina koçberan û rêgirtina ji derbasbûna neyasayî li Tengava Ingilîzî. Van guhertinan nîqaşeke mezin li hundir û derveyî Brîtanyayê derxistiye, ji ber ku rêxistinên mafên mirovan dibêjin girtin û dijwarkirina rêyên yasayî ne tenê pirsgirêkê çareser nake, lê belê handerekî sereke ye bo geşbûna bazirganiya qaçaxçiyan û xistina jiyana bi hezaran kesên bêdesthilat di deryayan de di bin metirsiyê de.

