KDC

Hestiyariyê ji Dest ber nedin !

Di roja 23.12.2022´an de li Parîsê Navenda çandî a Ahmet Kaya bûye armanca kiryarek terorîstî. Di vê erêşa terorîstî de 4 hemwelatiyên kurd bûne qûrbanî û gelek kes jî brînda bûne.

Li gor agahdariyên çapemeniyê, erîşkerê 69 salî ji aliyê hêzên ewlewîya Parîsê hatiye girtin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, erîşa terorîstî li Navende Çandî ya Ahmet Kaya, bi tundî şermezar dike. Rehma xwedê ji qurbaniyan re dixwaze. Ji bo birîndaran jî şîfayên bi lez dixwaze.

Konfederasyon, serxweşîyên xwe bo malbatên qurbaniyan radigîne. Bila serê malbat û yê gelê kurd sax be.

Fransa yek ji wan welatane ku di çil salên dawî de, her tim piştgiriya kurdan kiriyê. Em hêvî dikin ku hukumeta Fransayê, vê kiryara terorîstiyê û sebea armanç girtitina kurdan, di wextek kurt de eşkere bike û tawanbarên vê bûyerê bi ewayek herî giran bên cezakirin.

Daxwazên me ji kurdan jî ewe ku hestiyariyê ji dest ber nedin. Nerazîbûna xwe bi metodên demokratîk bicîh bînin. Ji hemû cure tund û tûjiyê dûr bin!

23.12.2022

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Polar Flow Fitness App Exposes Soldiers, Spies

kurdish dc

Derhênera Sînemayê Nesrîn Abîdîn

KDC

Peyama sersaxiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo koça dawî ya Senator Lindsey Graham

Karzan