KDC

Ji bo cara yekem Kurdek bû şampiyonê cîhanê

Agit Kabayel Kurdekî nîştecihê Almanyayê ye û di şampiyoniya WBC ya kîloya giran de karî bibe xwediyê kembera zêrîn û bi wê yekê pileya yekem li ser asta cîhanê bi dest xist.

Agit Kabayel li ser hesabê xwe yê tora civakî X ragihand: Piştî ku şervanê Ukraynî Oleksandr Usyk vekişiya û dest ji kembera xwe berda, wî karî wek yekemîn Kurd di dîrokê de wê kembera zêr bi dest bixe.

Hevdem bi vê yekê, piştî nêzîkî sedsalekê kesekî ji Almanyayê karî wê kemberê qezenc bike.

Boksînerê Kurd diyar kir ku ev hestekî nayê bawerkirin e û ew ji niha ve şampiyonê kîloya giran a cîhanê ye. Herwiha dibêje: “Ez tu peyvan nabînim ku hestên xwe pê bînim ziman. Ez soz didim ku ez ê her tiştî bikim da ku ji bo demeke dirêj vê kemberê biparêzim.”

Agit Kabayel, her çend bi navê Almanyayê beşdarî şampiyoniyên cîhanê dibe, lê li ser dikê (platformê) ti carî ala Kurdistanê ji bîr nake. Hefteya borî jî wêneyekî xwe û Deniz Undav, êrîşberê Kurd ê tîma neteweyî ya Almanyayê belav kiribû û nivîsîbû: “Hêza Kurd”.

___

Nivîskar û helbestvanê mezin Tosinê Reşîd û roşenbîr Ezîzê Mîr Bedirxan ji aliyê Navende Rewanda Kurdistanî-Rûsiya hatin xelat kirin. 

KDC

Ciwanekî kurd ê ji Efrînê xelata herî mezin a Almanyayê qezenc dike

Karzan

Navenda Revenda Kurdistanî Û Rêxistina Kangayê Şahiyek Li Dar Xistin 

KDC