KDC

Destgirtiya Kaşikçi Ji Serokê Amerîkayê Dixwaze Li Ser Soza Xwe Bisekine

Di sêyemîn salvegera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de çalakiyek li ber Kongreya DYAyê hate lidarxistin. Xetîce Cengîz a destgirtiya Kaşikçi bang li Serokê DYAyê Joe Biden kir ku li ser soza xwe ya cezakirina sûcdarên kuştina Kaşikçi bisekine.

Platforma First Freedom yekem car di salvegera sêyem a kuştina Kaşikçi de bi çalakiyeke ku wêneyê darxistibûn ew bibîr anîn.

Ji bilî destgirtiya Cemal Kaşikçi, Xedîce Cengîz, gelek parêzvanên mafên mirovan û hevalên Kaşikçi beşdarî çalakiyê bûn û gotin ku Cemal ne tenê rojnamevanek bû û ne kesek bû ku xirabiyê li gelê Siûdî û cîhana Ereb bike.

Xedîce Cengîz, ji Serokê Amerîkayê Joe Biden xwest ku pabendî soza xwe be ku tawanbarên kuştina Kaşikçi ceza bike.

___

Jineke Kurd A Çalakvan Hatiye Girtin

KDC

Cûreyeke Din A Vîrûsa Koronayê Derketiye û Zarok Pê Dikevine

KDC

Miller Heiman CEO Byron Matthews: Stay Tuned for the CRM 4.0 Revolution

kurdish dc