KDC

Brîtanya û Herêma Kurdistanê hevpeymaniya leşkerî xurttir dikin

Şêwirmendê Bilind ê Bergiriyê yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê di serdanekê de bo Hewlêrê, rêze hevdîtinan ligel serkirdeyên bilind ên Herêma Kurdistanê pêk anî û ragihand ku, di çarçoveya bîranîna bergiriya dualî de, hevbeşî û hevahengiyên leşkerî yên di navbera wan de derbasî qonaxeke nû dikin.

Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Bergiriyê yê Brîtanyayê, di dema geşta xwe ya bo Hewlêrê de ligel her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîr, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Şoreş Îsmaîl Wezîrê Karûbarên Pêşmerge civiya, civîn taybet bûn bi mijara hevahengiya ewlehiyê, çaksazî di yekîneyên Pêşmerge de û parastina hevsengî û aramiyê li Iraq û navçeyê de.

Ahlgren di peyamekê de li Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê tîşk xist ser wê yekê ku li ber ronahiya wan zehmetiyên leşkerî û jeopolîtîk ên ku navçeyê girtine, hevahengiya nêzîk a di navbera hevbeşan de pêdiviyek pêşîn e ji bo bihêzkirina hevpeymaniyan û ji koka derxistina çavkaniyên nearamî û têkderane.

Wî berpirsê bilind ê bergiriya Brîtanyayê eşkere kir ku, gotûbêjên wî ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê warên geşepêdana leşkerî destnîşan kirine û rêyeke diyar ji bo xebata hevbeş danîne, ku di çarçoveya bîranîna têgihiştina bergiriya dualî ya pêşerojê de ligel Iraqê tê cîbicîkirin, di heman demê de pabendbûna Londonê bi hevbeşiya wê ya dîrokî re ligel Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge dubare kir di rêya bicihanîna ewlehiya hevbeş, xweşguzeranî û aştiya demdirêj de.

Peywendiyên leşkerî û mirovî yên Brîtanyayê ligel Herêma Kurdistanê dîrokeke kûr heye ku bi taybetî piştî Şerê Kendavê yê sala 1991 û rola Londonê di pêkanîna penageha aram û navçeya dij-firîn de dest pê kir, paşê di şerê dijî terorê û destpêka êrîşên DAIŞê di sala 2014an û vir ve bûye yek ji stûnên sereke yên hevpeymaniya navneteweyî di piştgiriya meydanî ya hêza Pêşmerge de.

Niha jî London wek yek ji endamên sereke yên tîma çaksazî û şêwirmendiyê, ji nêzîk ve kar ligel Wezareta Pêşmerge dike ji bo yekxistina hêzan di çarçoveya yek artêşeke yekgirtî ya niştimanî de, serdana vî berpirsê bilind û amajedana bi bîranîna têgihiştina pêşerojê di demekê de ye ku gotûbêj li ser guhertina şêwazê mayîna hevpeymanan li Iraqê bo hevbeşiya ewlehiyê ya dualî berdewam e û Brîtanya dixwaze pêgeha Herêma Kurdistanê di her rêkeftineke nû ya leşkerî de wek hevbeşekî bi bandor û aram li Rojhilata Navîn biparêze.

___

Li Jutlanda Danîmarkayê Navenda Revenda Kurd Hate Damezrandin

KDC

Belçîka: Yekem kongreya fermî ya Navenda Dîasporaya Kurdistanê

Harmn

Şandeyeka navenda rewanda Kurdistanî serdana baregehê grûpa şoreşvanên Kurdistanê kir 

KDC