KDC

Cezaya Girtîgehê Li Çend Welatiyên Şinoyî Hatiye Birîn 

11 hevwelatîyên Şinoyî di du bûyerên cuda de ji alîyê dadwerîya komara Islamîya Îranê ve bi giştî 187 heyv cezaya zîndankirinê hatin sizadan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, şeş welatiyên Şinoyî ji aliyê şaxê yekemîn ê dadgeha şoreşê ya bajêr bi serokatiya dadwer Razî bi sûcdariya alîkarî û pêwendiya bi Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) ve hatin cezakirin.

Rahman Yûsivî, Kemal Qoyîtasî, Mihemed Xalid HemzePûr û Ebûbekîr Mînapak her yek ji wan 5 sal cezaya girtîgehê li wan hatiye birîn. Mamosteyê dibistanê Azîz Qadir Taj 3 sal cezaya girtîgehê û Selîm Şerîfî jî 2 sal û 6 meh cezaya girtinê li wan hatiye birîn.

Di çend rojên borî de pênc hemwelatiyên din yên bi navê Rehman Esedî, Ferhad Merûfî, Celal Qadirzade, Ubeyd Enwerî û Rêbwar Qeredarî ji aliyê heman dadgehê ve bi heman tawanbariyê 13 sal cezaya girtinê li wan hatibû birîn.

___

Li Efrîna Bi Dehan Welatî Hatine Revandin

KDC

Partiya Azadiya Kurdistanê Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Derhêner Nesrîn Abdîn Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC