Bi amadebûna Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê, Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora, dê yekemîn kongreya xwe di bin navê Hejar Mukriyanî û bi dirûşma (Ber bi wêjeyeke Kurdistanî ya resen û hevdem) li bajarê Düsseldorf a Almanyayê li dar bixe.
Bi amadebûna Şifa Barzanî Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî, Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora, di dîroka 25ê 7ê 2026an de, li bajarê Düsseldorf a Almanyayê tê lidarxistin.
Kongre bi beşdariya hejmarek ji nivîskar, edîb, rewşenbîr û mêvanên Kurd ên diyasporayê tê birêvebirin û armanca kongreyê jî: Nirxandina kar û çalakiyên federasyonê, di heman demê de pêşxistina pêwendiyên di navbera nivîskarên Kurd ên diyasporayê de û piştgirîkirina ziman, wêje û çanda Kurdî li derveyî sînoran.
Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora, nûnertiya Kurdan ji parçeyên Kurdistanê û Sovyeta berê li derveyî Kurdistanê dike, di heman demê de federasyon ji hemû deng û rengên cuda pêk hatiye, ew jî ji bo bingehekê bo dahênan û geşepêdana ziman û wêjeya Kurdî.
Hêjayî gotinê ye, Federasyona Nivîskaran, ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanê ye û hilbijartina navê Hejar Mukriyanî ji bo lidarxistina yekem konferansa wan, rêzgirtinek e bo hemû xizmet û berhemên edebî yên nivîskar û wergêrê Kurd, ku bandoreke diyar di warê ziman û wêjeya Kurdî de hebûye.

