KDC

ŞAHIYA NEWROZÊ LI RÛSIA

Li Rûsîa li herema Stravpolê şahîya cejna Newrozê, ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurd û Rûs ve hate li dar xistin.

Şahiya Newrozê, bi sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin ji bo hemû şehîdên kurdistanê re vebû.

Dû re endamê Komîteya Birêvebir Zêrîfa MemoddvaNewrozê pêşkeş kir. Di axaftina xwe de li ser rewşa siayasî ya Kurdistanê, li ser erdheja ku di destpêka meha Şibatê de li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê rûdabû sekinî. Her usa piştgiriya xwe bo şoreşa Jîna Amînî li rojhilatê Kirdistanê dûpat kir. Di axiriya axaftina xwe de silavên xwe yên germ bo Herema Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî ji bo cenabê serok Mesud Barzanî rê kir.

Nûnerê konfederasyona Revenda Kurdistanî Memê Mamoî jî peyamek pîrozbahiyê şandibû şeva şahiya Newrozê. Peyama Konfederasyonê bi coşek mezin û bi çepleyan ve hate wergirtin.  Şahî heta derengê êvarê bi musîk û stran û govendên gelerî ve berdewam kir.

___

Komîteya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Xwe Ya Duyemîn Lidarxist

KDC

Bi amadebûna Şifa Barzanî Konferansa Federasyona Ziman birêve diçe

Karzan

Bo raya giştî

KDC