KDC

ŞAHIYA NEWROZÊ LI RÛSIA

Li Rûsîa li herema Stravpolê şahîya cejna Newrozê, ji aliyê Komeleya Dostaniya Kurd û Rûs ve hate li dar xistin.

Şahiya Newrozê, bi sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin ji bo hemû şehîdên kurdistanê re vebû.

Dû re endamê Komîteya Birêvebir Zêrîfa MemoddvaNewrozê pêşkeş kir. Di axaftina xwe de li ser rewşa siayasî ya Kurdistanê, li ser erdheja ku di destpêka meha Şibatê de li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê rûdabû sekinî. Her usa piştgiriya xwe bo şoreşa Jîna Amînî li rojhilatê Kirdistanê dûpat kir. Di axiriya axaftina xwe de silavên xwe yên germ bo Herema Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî ji bo cenabê serok Mesud Barzanî rê kir.

Nûnerê konfederasyona Revenda Kurdistanî Memê Mamoî jî peyamek pîrozbahiyê şandibû şeva şahiya Newrozê. Peyama Konfederasyonê bi coşek mezin û bi çepleyan ve hate wergirtin.  Şahî heta derengê êvarê bi musîk û stran û govendên gelerî ve berdewam kir.

___

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Neviyekî Bedirxaniyan Kir

KDC

Peyama Konfederasyonê ji bo xuşk û birayên me yên Xiristiyan

Harmn

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke parlamena Kanadayê kir

Karzan