KDC

Neteweyên Yekbûyî pêşbînî dike ku nifûsa sê welatan ji sedî 50 dakeve

Neteweyên Yekbûyî pêşbîniyê li ser daketina nifûsa Moldova, Ûkrayna û Lîtvanyayê dike û dibêje wê nîvê nifûsa wan kêm bibe.

Pisporên NY di wê bawerîyê de ne ku dê heta sala 2100 ew welatana ji %50 – %45 nifûsa xwe ji dest bidin û nifûsa Letonya jî ji %42 kêmtir dibe û Gurcistan jî ji %37 e.

Pisporan her wiha texmîn dikin ku nifûsa Belarûs û Rûsyayê wê heta ji sedî 21 – sedî 14an dakeve.
Berevajiyê vê, nifûsa Tacîkistanê ji sedî 172, Qirgizîstan ji sedî 71, Kazakîstan jî ji sedî 50 zêde dibe.

___

30yê Pûşpera 1930an – Simko Axayê Şikak

KDC

Şanda Konfederasyonê beşdarî di çalakiyên xwendekar û Ciwanên Rojava de kird.

nusar1

Belçîka: Yekem kongreya fermî ya Navenda Dîasporaya Kurdistanê

nusar1