KDC

Li Almanyayê hejmara daxwaza mafê penaberiyê çawa hate guhertin?

Hejmara daxwazên mafê penaberiyê yên cara yekem di meha Tîrmehê de li Almanyayê, yên ku hatine pêşkêşkirin bi awayekî berçav kêm bûye, ew jî li gor heman dema sala borî, nêzîkî %50 kêm bûye.

Îro Pêncşem rêkefta 05.08.2026, hikûmeta Almanyayê ji bo ragihandinan eşkere kiriye, kêm bûna daxwazên mafê penaberiyê di encama siyasetên xwe de dizane, ew jî ji bo çaksaziyên nû yên Yekîtiya Ewropayê di warê penaberiyê de bi arasteya tundtirkirina yasayan vedigerîne.

Li gor ragihandina Wezareta Navxwe ya Federal a Almanyayê, di meha Tîrmeha 2026an de, hejmara daxwazên nû yên penaberiyê, yên ku cara yekem hatine pêşkêşkirin gihîştiye 4311 daxwazan, li hember 8293 daxwazan di heman meha sala 2025an de. Ango nêzîkî nîvê wê hejmarê kêm bûye.

Ev kêm bûn ne tenê taybet e bi meha Tîrmehê, belku amarên îsal nîşan didin, ku hejmara daxwazên penaberiyê berdewam di daketinê de ye. Li gor amarên Nivîsîngeha Federal a Koç û Penaberiyê, di nîvê yekem ê sala 2026an de nêzîkî 39 hezar û 646 daxwazên penaberiyê yên cara yekem hatine tomarkirin, di demekê de ku ew hejmar di heman dema sala borî de 72 hezar û 818 daxwaz bûye.

Hikûmeta Almanyayê wê kêm bûnê weke nîşana serkeftina siyasetên Wezîrê Navxwe Alexander Dobrindt endamê Partiya Yekîtiya Sosyal Mesîhî (CSU) dizane.

Cihê gotinê ye, sedema kêm bûna daxwaza penaberiyê li welatê Almanyayê, vedigere bo wê yekê, ku piştî pêla penaberan di sala 2014an de û piraniya wan ji aliyê Almanyayê ve hatin qebûlkirin, li wî welatî pirsgirêkên cur bi cur çêbûn, ku piraniya wan ji aliyê penaberan ve bûn û wisa kir, ku hem welatiyên wî welatî nerazîbûnê li hember penaberan û siyaseta penaberiya welat derbirin, di heman demê de welat jî bîr ji yasayên tundtir bike bo rêgirtin ji dayîna mafê penaberiyê bo wan kesên ku bi neyasayî diçin wî welatî.

___

Pîrozbahî Ji Tora Hevkariya Rêxistinan

KDC

Swisra: Navenda kurdî li BASEL çendîn pertûk pêşkeşî pertûkxaneya SANKT JOHANN dikin.

Harmn

Belçîka: Navendekî nû tê damezrandin

Harmn