KDC

Sîrwan Hadî.. Lîstikvanê jêhatî yê li Holandayê wekî “Modricê Kurd” tê naskirin

Sîrwan Hadî, lîstikvanê Kurd ê temen 11 salî li welatê Holandayê, ji ber jêhatîbûnên xwe yên balkêş di qadê de, wekî “Modricê Kurd” tê binavkirin.

Ev lîstikvanê temenbiçûk karî di nav klûbên mezin ên Holandayê de cihê xwe bigire û wekî kaptanê tîma neteweyî ya ciwanan a wî welatî jî hat hilbijartin.

Sîrwan Hadî yê ku niha tenê 11 salî ye, di xeta navîn de lîstikvaniyê dike û xwedî teknîkek bilind e di kontrolkirina topê û pasên hûr û kûr de. Lîstikvanê Kurd ê jêhatî kariyera xwe ya werzişî di klûbên navdar ên wekî Ajax Amsterdam û AZ Alkmaar de dest pê kiriye û niha di klûba FC Volendamê de berdewam e li ser pêşxistina şiyanên xwe.

Ji ber şêwazê lîstika wî ku mîna stêrka Krowatî ya Real Madridê Luka Modric e, ji aliyê medya werzişî û rahêneran ve girîngiyeke mezin pê tê dayîn. Sîrwan ne tenê di asta klûban de, lê di asta neteweyî ya Holandayê de jî derketiye pêş û wekî kaptanê tîma ciwanan a Holandayê di gelek tûrnûva û maçên girîng de cih girtiye û gelek nasnav bi dest xistine.

Ev lîstikvanê Kurd di dema rahênan û maçan de jêhatîbûneke mezin di derbasbûna lîstikvanên dijber û afirandina derfetên golê ji bo hevalên xwe nîşan dide; ev yek bûye sedem ku çavdêrên werzişî wî wekî projeya stêrkek cîhanî ya di pêşerojê de bibînin.

Welatê Holandayê wekî yek ji girîngtirîn navendên perwerdekirina behreyên werzişî li cîhanê tê hesibandin, ku salane gelek lîstikvanên asta bilind pêşkêşî lîgên mezin ên Ewropayê dike. Derketina lîstikvanekî Kurd di temenekî wisa biçûk de wekî kaptanê tîma ciwanan a Holandayê, destkeftiyeke girîng e ji bo werzişvanên Kurd ên li dervayî welat (diyasporayê), ku beriya niha jî çend lîstikvanên din li wî welatî karîne bigihîjin asta profesyonel û di lîgên herî baş de bilîzin.

___

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Kanala Kurdistan24ê Kir

KDC

Deh û yek sal derbas dibin hê jinosayda Êzîdiyan berdewame.

Harmn

Li Swêdê Ji Bo Çûyîna Bijîşkê Diranan Divê 7 Salan Li Hêviya Hatina Dorê Bimînî

KDC