KDC

Kazakistan: Ji bo bîranîna karesata Enfalê ya Barzanîyan merasîmek hat lidarxistin

Kurdên Diyaspora li Almatî ya Qazaxistanê merasîmek ji bo bîranîna 40 saliya jenosîda Barzaniyan organîze kir.

Bi amadebûna berpirsên komeleyên kurdên Qazakîstanê, Serokê Komeleya Navdewletî ya Kurdên Yekîtiya Sovyetê, Serokê Komeleya Taştê, çend kesayetî û rewşenbîrên Kurd ên wî welatî beşdarî merasima bîranîna karesata Enfala Barzanî li Hotêla Grand Erbil li Almatî bûn.

Di merasîmê de axavtinên Serokê Kurdên Kazakistanê Ezîz Zîû û Serokê Federasyona Komela Kurdên Navdewletî ya Yekîtiya Sovyetê Şêx Ramazan hatin kirin.

Fîlma “Dayikên Min” di merasimê de hat pêşandan û piştre helbestvan Knyaze Mecîd bi çend helbestên taybet bi wê karesatê beşdar bû.

___

Jin_Jiyan_Azadî

KDC

Doktorayek li Fransa li ser komkujiya kurdan di helmeta Enfalê de

Karzan

Navenda Revenda Kurdistanî Li Norwecê 

KDC