Qehreman Osman, berpirsê Nivîsîngeha Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di dema birêveçûna Sêyemîn Konferansa Kurdên Qefqazê li Tiflîsa, paytexta Gurcistanê de ragihand, armanca wan a sereke parastina ziman û çanda Kurdên diyasporayê ye ji bişaftinê û kar ji bo avakirina lobî û piştevaniyeke xurt ji bo her çar perçeyên Kurdistanê dikin, da ku revenda Kurdî li welatên cîhanê bibe hêzeke bibandor ji bo xizmeta doza neteweyî.
Qehreman Osman, di dema beşdarbûna di gera nûçeyî ya Kurdistan TV de ragihand, di panelên konferansê de nûner û zanayên olî yên hemû pêkhateyên Mesîhî, Cihû, Misilman, Êzidî, Elewî û Yarsan beşdar bûn û bi awayekî şefaf û dûr ji tirsê gotûbêjên aştiyane û biratî pêk anîn.
Her wiha amaje bi wê yekê kir ku beşdarên konferansê ji Amerîka, Kanada, Ewropa û her çar perçeyên Kurdistanê ve, ligel beşdarên Kurdistana Sor ku wekî perçeyê pêncem tê binavkirin, civiyan. Armanca sereke ya vê konferansê jî gihandina wê peyamê ye ku cudahiya ol û baweriyan divê nebe sedema çêbûna nakokiyan di pirsa neteweyî de, ji ber ku mirov dikare ola xwe biguherîne, lê nikare netewe û zimanê xwe biguherîne. Biryar e piştî bidawîbûna konferansê, pêşniyar û peyameke fermî ji aliyên olî û siyasî yên Kurdistanê re bê şandin.
Di derbarê rola Konfederasyona Revenda Kurdistanî de, Qehreman Osman eşkere kir ku ji %80 zêdetir komele û rêxistinên bibandor ên revenda Kurdistanî yên li derveyî welat di çarçoveya federasyonên konfederasyonê de kom bûne. Armanca sereke jî parastina Kurdên diyasporayê ye ji bişaftinê, parastina ziman û çanda Kurdî, di heman demê de tevlîbûna wan a erênî bi civaka welatên mazûvan re, heta ku bigihîjin asteke bilind û bibin lobî û piştevaniyeke xurt ji bo her çar perçeyên Kurdistanê.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi destpêşxeriya Serok Barzanî ji bo komkirina Kurdistaniyên diyasporayê bi hemû reng, deng û olên cuda ve di bin sîwana Ala Kurdistanê de hatiye damezrandin. Di vê çarçoveyê de, Konferansa Kurdên Qefqazê sê sal e li pey hev li bajarê Tiflîsa, paytexta Gurcistanê tê lidarxistin û beşdarbûna Kurdistaniyan tê de sal bi sal zêde dibe.
Li gorî gotina amadekarên konferansê, heta sê-çar sal berê Kurdên niştecî yên Gurcistanê ji aliyê neteweyî ve qut bûbûn û Ala Kurdistanê li wî welatî nedihate dîtin. Lê niha bi saya vekirina baregeha fermî ya Komeleya Ronahî ya ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve û bilindkirina Ala Kurdistanê, rêbazeke zelal ji bo girêdana Kurdên wê herêmê bi ax û nasnameya wan a neteweyî ve hatiye avakirin.







