KDC

Peyama Konfederasyonê bi boneya 9. Salvegera Komkujiya Şengalê

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 9’mîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand.

Teksta peyamê:

Di ser komkujiya Şengalê re 9 sal derbas bûn, ku ev karesatek mezin bi serê xuşk û birayên Kurd Ezdî de hat.

Di 3ê Tebaxa 2014’an de çekdarên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê Şengal dagîr kirin, gelek tawanên ne mirovî kirin, jenosîd, kuştin û revandin, talankirina mal û milkên wan û beşek ji xelkê Şingalê koçber bûn.

Di vê bîranîna xemgîn de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, hevxemiya xwe ya kûr ji bo xûşk û birayên Êzidiyan radigihîne, her wiha her tawanek li ser navê her fikir û bîrdoziyek li dijî mirovahiyê were kirin, şermezar dike.

Bi hezaran silav li canê şehîdên Şengalê û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

3’ê Tebaxê 2023

___

How Facebook’s $120 billion loss ranks among the biggest one-day stock disasters

kurdish dc

Konfederasyon bi wesîleya meha Adarê daxuyaniyekê dide

nusar1

Rêxistinên Kurdan Yên Li Fînlandiyayê Wê Li Turkoyê Newrozê Pîroz Bikin 

KDC
KDC

FREE
VIEW