KDC

Navenda Hannover û Kurdistaniyên li Folsborgê semînerek saz kirin

Navenda Hannover û Kurdistaniyên li Folsborgê semînerek li ser Şêx Me’şuq Xeznewî saz kirin ku çendîn kesayetî û Kurdistanî û çalakvan têda beşdar bûn.

Roja şemiya 01.06.2024 Navenda Revenda Kurdistanî ya li Hannover û Revenda Kurdistanî ya li Folsborg semînerek bi navnîşana (Nûbûn li bîr û hizra Şêx Me’şuq Mihemmed Xeznewî) de saz kirin ku Murşid Me’şuq Mihemed Xeznewî û Kurdistanî û kesên hizbî û siyasî û çalakvan û kesayetiyan têda beşdar bûn.

Di destpêka semînerê de, bi xulekek rawestana ji bo giyanê pîrozê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê destpêkir, paşê Mihemed Sexîr bixêrhatina beşdarbûyan kir, paşê ji aliyê, Hemîd Îbrahîm ve gotara Revenda Kurdistanî hate xwendin. Her wiha peyama Leqa Şeş ya Ewrûpa ya Partiya Demokrata Kurdistanê ji aliyê Salar Kerkûkî ve hate xwendin.

Her li vê semînerê de çend ayetekî Qurana Pîroz ji aliyê Şêx Ehmed Elhecac Serokê Revenda Misrî ve hate xwendin.
Her wiha kurteyek li jiyana Şêx Mihemed Me’şuq Xeznewî bi belgefîlmê hate pêşandan û bi zimanê Kurdî û Erebî semîner hate pêşkêş kirin.
Li dawiya semînerê de bawernameyên rêzlênanê pêşkêşî Dr Murşid Xeznewî kirin ku ji aliyê Yehya Melek ve hate pêşkêş kirin. Heman demê de rêzlênaneke din jî ji aliyê Hemîd Îbrahîm ve pêşkêşî Dr Hêmin Omer Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Almanya hate kirin.

___

Network International targets Mena’s e-commerce

kurdish dc

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Marûf Omer Gul Re Xwest

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanadayî serdana berpirsê devera Partîya Demokrata Kurdistanê kirin

KDC