10emîn Festîvala Fîlm û Hunera Kurdî ji bo 4 rojan li bajarê New Yorkê hate lidarxistin. Îsal zêdetirî 300 fîlm ji Kurdistanê û revenda Kurdistanî ji bo festîvalê hatibûn şandin, ku di nav wan de 30 fîlm ji bo nîşandanê di bernameya 4 rojî ya festîvalê de hatin hilbijartin.

Mister Kurd berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî yên Revenda Kurdistanî ligel Xeyal Qertal Seroka festîvalê, her wiha hejmarek ji fîlmsazan, hunermendan û beşdarên Kurd û biyanî, derbarê girîngiya sînema û hunera Kurdî û pêgeha vê festîvalê li bajarekî girîng wek New Yorkê gotûbêj û danustandina bîr û raman kir.
Berpirsên festîvalê jî spas û rêzdariya xwe ji bo piştgiriya manewî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbirî.

Ev festîval, li kêleka nîşandana berhemên sînemayî, derfetek bû ji bo nasandin û bilindragirtina nasname û çanda Kurdistanê û bikaranîna zimanê hunerê ji bo kişandina bala raya giştî ya cîhanê, bi taybetî li Amerîkayê, bo daxwaz û berjewendiyên gelê Kurdistanê. Helperkê û şahiya Kurdewarî û nîşandana cil û bergên Kurdî li kêleka ala û nexşeya Kurdistanê, dîmenek ji vê nasnameya çandî li ber çavên amadebûyan nîşan dida.

