KDC

Navenda Scotland konferansa xwe sazkir

Navenda Revenda Kurdistanî ya li Scotlanda bi amadebûna hejmarekî ber bi çavê Kurdên nîştecihê Brîtanya konferansa xwe saz kir û desteya nû ya navenda xwe hilbijartin.
Rêkefta 21.07.2024 Navenda Revenda Kurdistanî ya Scotland, bi amadebuna hejmarekî ber bi çavê Kurd, konferansa xwe saz kir û desteya nû ya navendê hilbijartin.

Di dema konferansê da Dr Dara Caf gotarek li ser Revenda Kurdistanî pêşkêş kir, her wiha ji aliyê Kawe Elî berpirsê berê yê navendê ve gotarek pêşkêş kir. Heman demê de Ferîdûn Riza Berpirsê Komîteya Şêwirmend ve bi têr û tije behsa çawayî ya damezrandina navendan û kar û çalakiyên wan û armancên wan kir.

Paşê li keşuhewayekî demokrasiyê da dergeha hilbijartinê hate vekirin û desteya nû ya navendê hatin hilbijartin ku pêkhatibûn ji:
1- Dr. Dara Caf / Başûr
2- Dr. Amanc Kurdî / Başûr
3- Dr. Casim Şêxanî / Başûr
4- Xanima Nezîhe Sabîr Resul / Başûr
5- Fexrî Mihemed / Bakûr
6- Adnan Şemdîn / Rojava
7- Kemal Rojhilatî / Rojhilat
8- Kawe Elî Hesen / Başûr
9- Mewlud Elî Balîsanî / Başûr
10- Salih Doskî / Başûr
11- Ferîd Alhedad Alfeylî / Başûr
12- Hesên Abdulla Hesen / Başûr
13- Mehdî Mihemed / Başûr

___

kombûneka berfireha konfedresyona rewanda Kurdistanê hat sazkirin 

KDC

Dê 5 Sal Cezayê Girtîgehê Li Welatiyekî Kurd Bê Birîn

KDC

Konfederasyon Û Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Serdana Navenda Revenda Kurdistanî Li Belçîkayê Kirin

KDC