KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Du Kurdên Parlemanterên Norwecê Kir

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt di peyamekê de, pîrozbahî li Manî Husênî û Seher Aydar kir ji ber hilbijartina wan wek parlementer li Norwecê. Wê ew ji sala 2021a heta sala 2025an li parlementoya Norwecê bin.

Pîrozbahî:

Em li ser navê xwe û hemû gelê Kurdistanê bi dilsozî pîrozbahiyê li Seher Aydar û Manî Husênî dikin ku di hilbijartinên parlementoya Norwecê de serkeftineke baş bi dest xistin û bûne endamên parlementoyê.

Em wek Navenda Revenda Kurd, ji encamê kêfxweş in û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin ku we karibû tevlî pêvajoya siyasî ya wî welatî bibin û em hêvî dikin ku çi ji destê we bê ji bo gel û welatê Norweçê di heman demê de ji bo gelê Kurd bikin.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt

14.09.2021

___

Bi amadebûna Îsmaîl Kamil konferanseke girîng li Qirgizistanê hate lidarxistin

Xelan

Almanya: Şandeke navenda rewanda Kurdistanî beşdarî kampeke hunerî ya Şêwekariyê ( Art Camp ) dibe 

KDC

Cenazeyên du ciwanên Kurd vegerandin Kurdistanê

KDC