KDC

Dilê penaber

 

Were canê min were
Dilê min penabere
Carek li min vegere
Li pêş min here were

Wer halêmin bibîne
Êş û derd û nalîne
Li dil komek birîne
Birînan bikewîne

Çi bêjim çi ne bêjim
Dinalim pir di êşim
Kul û derdan dirêjim
Ji dûrbûna te gêjim

Heger carekê razim
Di xewnê de dibazim
Ez dîtna te dixwazim
Bê çarim belengazim

Ez bê te naqedînim
Dil sarim xemcivînim
Ez tev êş û birînim
Evîndar û xemgînim.

Were dilê min were
Hedana min bi tere
Tu ji dil re serwere
Were ji gel min nere.

Daiyka Raman (NEZHT SIDO)

___

UK: Navenda Birminghamê Şahiyek Ji Bo Malbatên Kurd li da xist

Harmn

Peyama Pîrozbahiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bi Boneya Salvegera Jidayikbûna Rûmeta Kinyatê Mihemed (s.x.l.)

Karzan

Hejmara 14 û Nasnameya Neteweyekî

Harmn