KDC

Dilê penaber

 

Were canê min were
Dilê min penabere
Carek li min vegere
Li pêş min here were

Wer halêmin bibîne
Êş û derd û nalîne
Li dil komek birîne
Birînan bikewîne

Çi bêjim çi ne bêjim
Dinalim pir di êşim
Kul û derdan dirêjim
Ji dûrbûna te gêjim

Heger carekê razim
Di xewnê de dibazim
Ez dîtna te dixwazim
Bê çarim belengazim

Ez bê te naqedînim
Dil sarim xemcivînim
Ez tev êş û birînim
Evîndar û xemgînim.

Were dilê min were
Hedana min bi tere
Tu ji dil re serwere
Were ji gel min nere.

Daiyka Raman (NEZHT SIDO)

___

Turkîya çi ji Sûrya û kurdan dixwaze

KDC

Çepikên Parlemana Ewropayê ji bo derkirina koçberan!

Karzan

Pîroz be Rojnamegerîya Kurdî Di 125 Saliya Xwede.

KDC