KDC

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Di roja 11.03.2025´an de li Parlametoya Swêd de, 37´e mînsalvegera Jenosîda Helebçeyê hat bibîranîn. Her sal di parlametoya Swêd de, ji aliyê Tora Swêd-Kurdistan, Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistanê li Swêd û Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd ve tê rêkxistin.

Bîranîn ji aliyê serokê Tora Swêd-Kurdistan perlamenter Ole Moller, bi deqqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan ve hat vekirin.

Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistan Şoreş Kadir Rahem, Parlamenter Kenneth G. Forslund û Serokê FKKS BerzanKoçkaya li ser karesata Helebçeyê axivîn. Gelek parlamenterêSwêdî û Kurdî, her wisa nûnerên partiyên siyasî û kesayetî û welatparêzên kurd beşdarî li civîna bîranîna Helebçeyê kirin.

Koma musîkê Farzad Nîa och Road Ensemble, musîk û stranên matemî pêşkeş kirin.

Civîna bi bîranînê, bi xaftina dawî ya cîgirê serokê Tora Swêd-Kurdistan parlamenter Fredrik Malm ve bi dawî bû.

KA

___

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Pirsa Bicîkirina Mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a Nû ya Wî Welatî de Gotûbêj Kirin

Harmn

Neteweyên Yekbûyî : Li cîhanê hejmara penaberên bi zorê hatine koçberkirin 100 mîlyonî derbas dike 

KDC

Festîvala Şal û Şapik li Zaxoyê bû cihê kombûna hunermend û welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê

Karzan