KDC

37 e mîn Salvegera jenosida Helebçeyê li Parlamentoya Swêd de hat Bibîranîn

Di roja 11.03.2025´an de li Parlametoya Swêd de, 37´e mînsalvegera Jenosîda Helebçeyê hat bibîranîn. Her sal di parlametoya Swêd de, ji aliyê Tora Swêd-Kurdistan, Nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistanê li Swêd û Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd ve rêkxistin.

Bîranîn ji aliyê serokê Tora Swêd-Kurdistan perlamenter Ole Moller, bi deqqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan ve hat vekirin.

Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistan Şoreş Kadir Rahem, Parlamenter Kenneth G. Forslund û Serokê FKKS BerzanKoçkaya li ser karesata Helebçeyê axivîn. Gelek parlamenterêSwêdî û Kurdî, her wisa nûnerên partiyên siyasî û kesayetî û welatparêzên kurd beşdarî li civîna bîranîna Helebçeyê kirin.

Koma musîkê Farzad Nîa och Road Ensemble, musîk û stranên matemî pêşkeş kirin.

Civîna bi bîranînê, bi xaftina dawî ya cîgirê serokê Tora Swêd-Kurdistan parlamenter Fredrik Malm ve bi dawî .

KA

___

Jiyan Omer dest bi kampanyaya hilbijartinê dike û pêdiviya wî bi piştgiriya me hemûyan heye

Karzan

Şifa Barzanî sersaxiyê li malbata Xwedê Jêrazî Parêzer Osman Behlewî kir

Karzan

Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Navneteweyî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

Harmn