Rêzgar Kêsteyî
Newroza îsal 2025 çar peyamên gelek girîng dane cîhanê û Kurdistanê, ku ew jî ev bûn:
1- Hemû Kurdan û li her çar perçeyên Kurdistanê û li hemûcîhanê gotin: em çi rêkxistin û çi bîrubawer bin em hemû li bin sîbera Alaya Kurdistanê dicivin. Ev peyamê jî ji dijminan re dibêje: nêzî yekêtiya me nebin. Ji serok û rêxistinên Kurdistanêjî re dibêje: werin me rêkbêxin û serkêşîya me bikin, ji boserxwebûnê.
2- Dîsan kurdan gotin: Em şiyarin û haya me ji guherînên nû yêndeverê heye û em amadene jî ji bo wan guherînan. Loma divêserok û rêber û rêkxistinên me li gorey vê amadekarî û yekrêzîyû yek dengiya gelê Kurdistanê pêngavan pavêjin, ji bo vêqonaxa pirî guherîn a li pêşiya me.
3-Guhertineka din a nû, girîngî dana biyaniyan bi Newrozê îsal, weke peyama bi Kurdî a Kunsulê Emrîka li Hewlêrê, peyamanîv Kurdî a serok wezîrên Keneda, şahiya Newrozê li kunsulxana Îsraîlê li Berlînê û pîrozbayên gelek serok welatêndin ji bo Newrozê. Ev jî hemû amajane ji bo piştevanîyeka xurtacîhanî ji bo gelê Kurdistanê.
4- Raste Newroz li gelek welatên rojhelat weke cejna serê salê têpîrozkirin, lê şêwazê îsal Newroz li seranserî cîhanê, pêkhatîyepîrozkirin ji aliyê Kurdan ve wekir ku kurdan moralê xwe li Newrozê xist. Êdî eger heya nuha Newroz li ser astê Kurdistanêû rojhrlata Navîn dihate naskirin, îro ew li ser asta cîhanê jîweke cejna neteweyî ya Kurdistanê hate naskirin û qebûlkirina.

