KDC

Li Lozanê Şahiya Newrozê Dilê Kurdan Xweşû Dilê wan Geş Kir

 

Baran Dîcle

Di 22.03.2025an de li Kantona Lozanê ya Swîsreyêpîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Cejna Newrozê ku jisala 2006’an û vir ve li qada vekirî pîrozkirin, weke her sal îsal gelek bi coş derbas .

Pîrozbahiya Newrozê ya ku Kurdistaniyên ji çar parçeyan, bi cil û bergên xwe yên gelerî tevlî bûn, saet di 18:00 de li Meydana Ouchy ya li qeraxa Gola Leman a Kantona Lozanêdestpê kir. Pêşî bi stranaEy Raqîp” a koma muzîkê ya AştiVereîn ve dest kir. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar a Newroza Lozanê Rahîm Mihemedî axaftinek kurt kir. Di axaftina xwe de diyar kir ku wan bi nûnerên partiyên PDK-Iraq, PDK-Îran, PDK-Sûriye û PSK’ê ku li ser banga Komkarê ji bo pîrozkirina cejna netewî ya gelê Kurd Newrozêli hev civiyan, komîteyek amedekar ava kirin û got: “Armancame ew ku gelê me çar parçeyên Kurdistanê bicivînin û cejna xwe ya netewî bi coş pîroz bikin.

 

 

Li Rahîm Muhammedî li ser navê Komkarê Bavê Bengîn axaftinek kir. Bavê Bengîn di axaftina xwe de got kupîrozbahiya bi coş a Newrozê ya li qada vekirî ya ku ev 20 sal in dewam dikin, ji bo xebatên paşerojê zêdetir moral û hêzêdide me û em bi motîvasyoneke xurttir xwe ji bo xebatênpêşerojê amade dikin. Piştî axaftina Bave Bengîn, endamêMeclîsa Şaredariya Renens Omar Niang û Senatorê SP’ê Cenevreyê û Hevserokê Komîteya Piştgiriya bi GelênBindestan re ya Parlamentoya Swîsreyê Carlos Samaruga axaftin kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman ku bi Kurdan re atmosfereke bi rengî distînin.

Serokê PSKê Bayram Bozyel û Serokê Rewende KurdistanîÎsmaîl Kamil, PDK-Iraq, PDK-Îran, PDK-Sûriye bi şandinapeyamên nivîskî piştgirî dan pîrozbahiya Newrozê.

Piştî axaftinan, hunermend Ares Xerîb û Dilovan Darîderketin ser dikê. Girseya gel li ber stranên kurdî yên gelêrî û şoreşgerî govend gerandin.

Li stran û govendên bi coş, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Swîsre Dr. Fauzi Kaddur li ser navê hikûmeta Kurdistanêsilav li gel kir û kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna di ahengekewiha de nîşan da.

Dema hunermendê hêja Hasan Şerîf derket ser dikê, xelkê bi coş û kêfxweşîyek mezin pêşîwazî kir.Ji aliyek Hesen Şerîfstranên  folklorî digot, ji aliyên din ve agirê Newrozê, jialiyê nûnerê hikûmeta Kurdistanê Dr. Fauzi Kaddur û nûnerêKomkar Lozanê Alî û Huseyn ve hate pêxistin.

Pîrozbahiya Newrozê, bi beşdariya nêzî 5000 kesan û bi pêxistina agirê Newrozê ve heta derengiya şevê bi kêf û coşekmezin berdewam kir.

___

Li Almanyayê Ji Ber Qaçaxçîtiyê Ceza Li Du Polonyayiyan Hatiye Birîn

KDC

Îsraîlê Bi Moşekan Êrîşî Şamê Kiriye

KDC

Federasyona komeleyên Kurdistanî li Siwîd şewtinanina dezgehên giştî şermezar dike

KDC