KDC

Wezîra Karên Civakî ya Swêdê: Agahiyên Şaş Li Ser Revandina Zarokên Misilmanan Hatine Weşandin

Wezîra Karên Civakî Lena Halîngerîn da xuyakirin ku agahiyên şaş di hefteya borî de li ser torên civakî hatine weşandin ku tê îdîakirin zarokên Misilmanan ji aliyê xizmetên civakî ve hatine revandin.

Hallingen di Facebookê de wiha nivîsand: “Divê şîrketên medyaya civakî ji bo mijarên ku di platformên wan de hatine weşandin zêdetir berpirsiyariyê bigirin ser xwe.” Hallingen di dewamê de: “Divê em bi hev re li dijî belavkirina agahiyên derew û şaş bixebitin. Ez bang li her kesî dikim ku hemû agahiyan kontrol bikin.”

Wê teqez kir ku torên civakî amûreke sereke ne û roleke girîng di civakeke demokratîk de dilîzin lê yek ji xirabiyên torên civakî belavkirina agahiyên şaş e.

Hefteya borî misilmanên penaber yên Swêdî ji komên medyaya civakî êrîşî Swêdê kiribûn û ew tawanbar dikirin ku zarok bi zorê ji dê û bavên wan tên stendin, li malên ‘kafiran’ dimînin, goştê berazan didine wan û wan fêrî vexwarina alkolê dikin.

___

Salroja Bibîranîna Karesata Helebçe li Stockholmê Hate li Darxistin

Harmn

Deh û yek sal derbas dibin hê jinosayda Êzîdiyan berdewame.

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî li Brukselê hat avakirin 

KDC