KDC

Şîfa Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emîr û civata rûhanî ya êzîdiyan kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Silaveka germ!

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî Mîrê Êzdiyan, Babê Şêx, Civata Ruhanî û tevahiya xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistan û Iraq û diyasporayê dikim.

Bi taybetî ew Êzdiyên ku karîne di rewşên dijwar û giran de parêzgariyê li çand, kûltûr, dabunerît û nasnameya xwe ya kevnar û resen da bikin.

Hêvîdarim, cejna serê sala Êzdiyan bibe sitûnek ji sitûnên berxwedan û pêkvejiyanê, welatê me her avadan be, alaya Kurdistanê her berz û bilind be.

Cejna we tevahiya pîroz, sersala we bi xêr û xweşî be.
Şefa Barzanî
15 Adara 2025

___

Nûnerê Konfedrasyona Rewanda Kurdistanê bi endamên Perlemana Yekîtiya Ewrûpa, Kanada û Kongirêsa Emerîka re civiya 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Danîmarkayê Serdana Sefaretxaneya Iraqê Kir 

KDC

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya hevdîtineke li gel Komela Kurdî li Wolfsburg lidarxist

KDC