KDC

Geştên Asmanî Ji Rûsyayê Bo Iraqê Destpê Dikine

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku Rûsya wê di nava vê hefteyê de ji nû ve dest bi seferên firokeyan bo Iraqê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehef li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsand ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn di serdana xwe ya dawî ya Rûsyayê de ji rayedarên pêwendîdar ên Rûsyayê xwestiye ku dest bi seferên xwe yên bo Iraqê bikin.

Ehmed Sehef aşkere kir ku berpirsên Rûsyayê li ser daxwaza Fûad Huseyn razî bûne û ragihandine ku dê ji 21ê vê mehê ve du geştên asmanî ji Rûsyayê ber bi Iraqê ve heftane bên encamdan.

___

Nûnerê rewanda kurdistanî yê li bakûrê swêdê pêşwazî li şandeke zankoyên kurdistanê yên kû serdana wealtê swedê kirin

KDC

Welatiyekî Kurd Wê Bê Darvekirin

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Yulana Danîmarkayê Newroz Pîroz Kir 

KDC