Di roja 03.05.2025´an de, li bajarê Stockholmê di kitêbxaneya Kurdî de danasîna Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî pêkhat.
Civîn bi xêrhatina mevanan û bi xulekek rêzgirtinê bo şehîdên Kurdistanê ve ji aliyê serokê Komeleya Nîvîskarê Kurd li Swêd Alî Kut ve vebû û hate birêvebirin. Kut, Spasiya rêxistinên Hevkar wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, Komeleya Yekitiya Nivîskarên Kurd, Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd kir û mafê axaftinê da serokê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Mem Dogala ku Federasyonê bo beşdaran bide nasandin.
Mem Dogala, Spasiya hêzên hevkar û beşdarên civînê kir. di berdewamiya axaftina xwe de pêvîstî û giringîya perwerdeya kurdî anî ziman û got: ”Me xemxawrên zimanê kurdî li dîasporayê bi çend mamostayê zimanê Kurdî gîhan hev û di 06.07.2024´an de, bi beşdariya zimanzan û mamostayên Zimanê kurdî û bi piştgiriya Serperştiyarê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, Şîfa Barzanî ve Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî ava kir. Wezareta Perwerde ya Herema Kurdistanê, perwerdeya bi zaravayê Soranî û bi têpen erebî bi Bahdînanî li ser onlinê dest bi dersê kiriye, îsal wê bi Kurmancî bi tîpên latînî û Soranî jî berdewam be.” Dogala qala peymana bi wezîrê Perwerdeya Herema Kurdistanê kir ku bo dersa ziman, wê mamosteyên zimanê kurdî ji Kurdistanê bên destnîşankirin û her wisa ji bo Zarokên kurdên li diasporayê pirtûkên perwerdeyê ji aliyê wezareta Perwedê ve bêm amadekirin.
Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî, endamê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ye, bi wê mebestê serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil jî bi kurtî qala pêvajoya Damezrandina Konfederasyonê û rewşa wî ya nû kir. Di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Me bi çend Navenda û 3 federasyonan ve dest pê kir, lê îro hejmara federasyonê me gîhişî 20´î, 40 Navend û 106 komeleyên me yên endam hene. Îsmaîl Kamil, di berdewamiya axaftina xwe got: ” Konfederasyon her dem girîngîyek mezin dide perwerdeya zimanê kurdî û her tim bûye alîkar û xebatên ji bo zimanê kurdî. Em dikarin li dîasporayê bo serketina zimanê kurdî destê xwe bidin hev. ” Dîsa li ser pirsekî got:” Me projeya wek şadina ciwanan bo Başûrê Kurdistanê heye, em hêvî dikin ku bi projeyek weha bo rojavayê Kurdistanê jî di demên pêş de pêk bînin.” Îsmaîl behsa peymana bi wezîrê Perwedeya Kurdistanê ya li ser perwerdeya kurdî kir ku wê Wezaret bi berdewamî alîkarê me bin.
Di civînê de endamê Komîteya Rêvebir ya Konfederasyonê, berpirsa Ofîsa Zimanê Kurdî Nûjîn Mişo ku ji Almanyayê hatibû, Spasiya beşdaran kir û girîngîya projeya zimanê kurdî anî ziman.
Mem Dogala, pirsek li ser s´destûrê got: ” Bo destûrê kar tê kirin ku di demên pêş me de wê bi Civînek girseyî rewşa dawî bidin destûra Federasyonê.”
Beşdaran bi giştî kêfxweşîya xwe bi damezrandina Federasyona Zimanê Kurdî kirin. Hin ji beşdaran, bal kişand ser nebûna zaravaya Zazakî ku kêmasiyek mezine û divê dezgehên me bi heman helwestê nêzî zaravayên kurdî bibin. Her usa beşdaran daxwaza çapkirina pirtûkên perwerdeya zimanê kurdî kirin. Endamên Brêvebirên Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Îsmaîl Kamil, Şermîn Bozarslan, Kovan Amedî, di amadekirina vê çalakiyê de hevkar bûn.