KDC

Wê Çend Lîwayên Yekîneyên 70 û 80 Li Ser Wezareta Pêşmergeyan Bêne Erkdar Kirin

Wê çar lîwayên yekeyên 70 û 80 li ser wezareta pêşmerge bên danîn û berpirsekî wezaretê jî dibêje ku ji sedî 80 ê kar û barên wan temam bûne û nameya fermî ya çar lîwayên ku ji wezareta pêşmerge re hatine destnîşankirin amade ne.

Rêvebirê pilandanîn û birêxistinkirina Wezareta Pêşmerge Lîwa Karzan Mewlud diyar kir ku niha mal û milkên hêzên pêşmerge ji nû ve organîze dikin û heta niha 14 lîwayî ji nû ve hatine birêxistinkirin û got her wiha çar lîwayên din ên yekîneyên 70 û 80 bi nameyên fermî ji Wezareta Pêşmerge re hatine şandin û fermana wan hatiye derxistin û mijûlî sererastkirina avayî û milkên wan in, çinku avahiyên lîwayan ji Wezareta Pêşmerge cudatir in.

___

Daxuyanî bi helkefta Salvegera Yanzdehemîn ya Qirkirina kurdên Êzîdî li Şingalê.

Harmn

Navenda Revenda Kurd Bi Federasyona Kurdên Rûsyayê re Hevdîtinek Pêk Anî

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo bi bîranîna salvegera Dr.Nûredîn Zaza peyamek weşand

Harmn