Roja Yekşemê rêkeftî 27.7.2025 serokê Partiya Welaparêzên Kurdistan, semînarek da, bi serperiştiya Rifat Sefalî hem cîgirê giştî yê serokê partiyê hem rêvebirê civînê.
Semînar bi sirûda netewî a kurdî eyreqîb destpêkir û xolek bêdeng li ser giyanê şehîdên kurd Kurdistanê.
Rifat Semalî bi zaravayê kurmancî xêrhatina mêvanan kir, ku ji hijmarek berçav ji rewşenbîr û siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî pêkdihatin û bi beşdarbûna xanim: Fayziyê Perîşan û Reşad Şeref nûnerên Rewnda Kurdistanî li bajarê Basel.
Rêzdar Mustafa Ozcelîk li ser rewşa Kurdistanê axivî û got ku çi erk û merc ji me tên xwestin. Tişta balkêş got: Ne serokê partiya me û nejî partiya me xeta sorin, em cihê rexnê ne û em dikarin li gorî demê û bercewendiyên kurd û Kurdistanê xwe bigihorên ji lewra em du partî: PAK û TDK hatin cem hev û me yek partî bi navê: PWK avakir û tekez kir ku partiyên wek me difikirin em dikarin bi hevre partiyek mezin û bi hêz ava bikin.
Li ser pirojeya di navbera PKK û Tirkyê de got: Em ne li dijî wê ne, lê em nabînin ku tiştekî rast e, eger mafê kurdan bi cî nabe. Her wesa amaje bi Kurdistana fedral kir û got, em piştgiriya wê dikin û serketinê jêre dixwazin, û li rojhilatê Kurdistanê jî gerek fedralî çêbibe.
Li ser rojavayê Kurdistanê got: Pêwendiyên me bi hemî partî û rêxistinên kurdî re hene û piştgiriya wan dikin û piştgiriya konfiransê Qamişlo dikin ku bi 26.4.2025 hat li darxisin û di encamê de komîtek hevbeş hat hilbijartin bo pêwendiya li gel Şamê bikin û got: Hevdîtina min bi serok Mesûd Barzanî re, ewî tekez kiriye ku ew û pêşmergên Kurdistanê wê rojavayê Kurdistanê biparêzin eger metirsiyek hebe.
Bi dawî bersiva pirsên beşdaran hat dayîn û semînar bi dawî bû.
Rewenda Kurdistanî li Basel – Swîsre
