KDC

Konfedarasyona Revenda Kurdistanê cejna karkerên Kurdistanê pîroz dike

Karkerên Kurdistanê yên kedkar, li kîjan derê cîhanê bin..

Bi helkefta 1’ê Gulanê, Cejna Karkerên Cîhanê, em bi navê Konfedarasyona Revenda Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû karkerên Kurdistanê yên li navxweyê welat û li derveyî welat (diyaspora) dikin. Em tekez dikin ku çîna karker her dem stûna sereke ya avakirin û pêşxistina welat bûne; ew avadaniya ku îro em dibînin, berhema xwêdana eniyê û destên we yên westiyayî ne.

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanê, bi tevahî piştgiriyê didin daxwazên we yên rewa ji bo dabînkirina mafên we, başkirina rewşa jiyanê û dabînkirina jîngeheke ewle ji bo karkirinê. Di heman demê de, cihê şanaziya me ye ku em dibînin karkerên revenda Kurdistanê li derveyî welat, bi ked û dilsoziya xwe, bûne wêneyekî ciwan ê neteweya me û piştgiriyeke bihêz ji bo nîştiman û kesûkarên xwe.

Silav li hêza zend û bazû û keda we ya helal be. Em hêvîdar in sala bê bibe sala bidestxistina hemû mafên we û hûn her dem serbilind û bi tendirust bin.

Konfedarasyona Revenda Kurdistanê
1’ê Gulana 2026

___

Tendirustiya Cîhanê: Li Ewropayê Karesat Rû Didiye

KDC

Awusturya: Navenda Rewanda Kurdistanî û Navenda Civakî û Ferhengê ya Viyana rêzê li xwendekarên serkeftî girtin 

KDC

Îtlaat Nahêle Kurd Newrozê Pîroz Bikin 

KDC