KDC

Swêd: Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdarî li 79`emîn Salroja PDK´ê kirin

Li Swêd: Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdarî li 79`emîn Salroja PDK´ê kirin
Di roja 16´ê tebaxê li Stockholmê 79´e mîn salroja ji dayikbû Partiya Demokrat a Kurdistanê semînerek hat li darxistin.
Civîn bi surûda netewî ey reqîp ve vebû. Dûra peyama PDK hate xwendin. Gelek partî û rêxistinên siyasî peyamên pîrozbahî şandibûn. Her wisa peyama nûnerayetiya Hukumeta Herema Kurdistanê jî hate xwendin. Her wisa parlamenterê partiya Sosyaldemokrat Kadir Kasirga jî axavtinek pêşkeş kir.
Bi serpereştiya serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil re, Şermîn bozarslan û Kovan Amedî wek heyetek beşdarî li 79´emîn salvegera PDK´ê bûn û Îsmaîl Kamil bo 79´emîn salroja PDK´ê axaftinek pêşkeş kir.


Piştî xwendina peyaman, dewra pêşkeşkirina semînerê dest pêkir. Di beşa yekem de nûnerê serok Mustefa Barzanî li Swêd Cemal Nebez, li ser şoreşa îlonê axavî. Di beşa dawî de rewşa Başûr û rojhilatê Kurdistanê, rewşa siyasî ya Irak û Îranê û siyaseta Amerîkayê akademîsyen Îdrîs Ahmedî axivî.
79´emîn salvegera PDK´ê bi serketî bi rêve çû

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Danîmark wê beşdarî salvegera damezrandin û yekgirtina her du partiyên demokratîk bibe 

KDC

Navenda Rewanda kurdistanî û Rêxistina Kanga bawernameyan dide xwendekaran 

KDC

Cerdevanên peravê yên Yewnanîstanê bi sedan koçber vegerandin Tirkiyeyê 

KDC