KDC

Karnavala St. Martîn Li Almanyayê Birêve Diçe

Her sal di vê rojê de li Cîhana Xirîstiyanan û di roja 11.11an û di saet 11.11an de Karnavala Saînt Martîn ku weke yek ji karnavala herî mezin a Ewropayê tê dîtin, îro li bajarê Fûlda ya Elmanyayê bi beşdariya 6 hezar kesan pêk tê.

Wek karnavaleke mezin tê hesibandin, ji ber ku baweriya karnavalê ji kiryarên mirovî yên St. Martin tê. Wî di dema şer de qencî û comerdî kiriye ji bo gelê xwe.

Di karnavalê de sembola çira û gazê xuya dike, ew jî nîşaneya sûda cihê mirovê ruhanî ye ku ji bo îbadetê li derveyî bajêr bicîh bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hemû kesên navdar û manewî yên di ol û baweriyên Birahîmî de wekî zilam tên pênasekirin.

Ciwan Bekir Merûf

___

Sê zarokên malbateke Silêmaniyê li ser sînorê di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de xeniqîn

Karzan

stixbarata Îranê çalakvana Kurd Soreya desteser kir

KDC

Norwêcê Dîplomaya Rêzlênanê Pêşkêşî Çend Kurdek Kir

Xelan