Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi koça dawî ya xanima nivîskar û helbestvana Kurd, Mizgîn Hesko, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbata wê dike.

Naveroka Peyama Sersaxiyê:
Bi xemgînî û kovaneke mezin, me nûçeya koça dawî ya nivîskar û helbestvana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, Mizgîn Hesko, ku li welatê Almanya koça dawiyê kir, bihîst.
Xanima Mizgîn ne tenê ji malbat û kesûkarên xwe çûye, belku ji tevahiya gelê Kurd çûye, ji ber ku xwedê jêrazî tevahiya jiyana xwe ji bo wêje û çanda Kurdî re terxan kiribû.
Dubare sersaxiya xwe pêşkêşî malbata wê ya rêzdar dikin, bi hêviya aramiyê ji bo wan, û em ji Xwedayê mezin ku rihê Xanima Mizgîn di aramiyê de bihêle.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
02.10.2025
