Roja Înê, di 8’ê 5’ê 2026’an de, li bajarê Kielê yê Almanyayê û di Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê de, Niklas Herbst, Serokê Fraksiyona Almanyayê di Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê de, pêşwaziya Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî kir.
Di hevdîtinê de rewşa heyî ya Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin û hate te’kîdkirin ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û dawîanîna tengezariyên herêmê.
Di beşeke din a hevdîtinê de, birêz Niklas Herbst piştgiriya xwe û ya fraksiyona xwe ji bo karên Konfederasyona Revenda Kurdistanî dubare kir. Wî pêşniyar kir ku yek ji karên pêşîn ên Konfederasyon û Revenda Kurdistanî ew be ku Kurdistaniyan teşwîq bikin da ku bêtir tevlî qadên siyasî yên Ewropayê bibin û di warên cuda yên jiyanê de li Ewropayê û bi taybetî li Almanyayê rolek bilîzin.
Şefa Barzanî jî, ligel spasîkirina nawbirî, te’kîd kir ku yek ji armancên sereke yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî teşwîqkirina Kurdistaniyan e ji bo tevlêbûna bi civakên Ewropî re û beşdarbûna wan di qadên cuda yên jiyanê de li wan welatan. Herwiha, wî spasî Ewropayê kir ku di rojên tengasiyê de deriyên welatên xwe li hember Kurdan vekirine û wan wek hemwelatiyên xwe di hembêza xwe de girtine.
