KDC

Konsolosê Çekyayê Li Şûna Mele Mistefa Barzanî Wêne Girtiye

Mîchaik Svoboda konsulê Çekya yê li Herêma Kurdistanê,li Pragê li wê şûna ku Mele Mistefa Barzanî wêne girtibû, wî jî wêne girtiye û belav kiriye.

Şêwirmendê Baregeha Barzanî Zikrî Mûsa dibêje; dibe ku ji bo konsulê Çekyayê ev wêne wiha bike ku bêhtir ji welatê hez bike ji ber ku mirovekî mezin ê ji bo gelê xwe jîyaye ji wir derbas bûye.

Her wiha dibêje, ji bo me Kurdan wateyeke wê ya mezin heye ku Barzaniyê Nemir bi koçberî û bi têkoşîn ji bo doza gelê xwe li cîhanê geriyaye.

Destnîşan kir ku wêne xwedî wateyeke kûrtir e, cih heman cih e lê mirovên mezin dîrokê dinivîsînin û wiha dikin ku wateyeke şûnan hebe.

___

Cenazeyên du ciwanên Kurd vegerandin Kurdistanê

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê li bajarê Dusseldorf ê Elmanya´yê xwepêşandanek li dar xist.

Harmn

Pîroz be Rojnamegerîya Kurdî Di 125 Saliya Xwede.

KDC