KDC

Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster Cijna Newrozê pîroz dike ..

Îro Yekşemî 19.03.2023 û li jêr dirûşmê ( JIN . JIYAN . AZADÎ ) , bi serperiştiya Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Mûnster û bi hemahengî li gel Federasyona Komelên Kurdistanîg li Almanya û bi amadebûn û beşdariya Cemawereke mezin ji Revenda Kurdistanî li Bajarê Münster li Seyrangeha ( Wienburgpark ) û bi hesteke Netewî yê bilind Cejna Newrozê hate lidarxistin û pîroz kirin têde Serokê Komelê kak Dilbirîn Şingalî û Serokê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya kak Nader Doxatî di peyvên xwede pîrozbahiyên xwe arastey cemawerê Münster kirin û sipasiya hatina wan kirin û li ser girîngiya Cijna Newrozê di Mêjûya Gelê Kurd de û berdewamiya  vê roja pîroz kirin , herwiha Revenda me ya Kurdistanî jî dilxweşiya xwe anî ziman û soz û peymanên xwe nû kirin ji bo piştevaniya van çalakiyan û Rola Komela Rewşenbîrî ya Kurdî bilind hate nirxandin.

‏Newroza we pîroz be û her Sal bi xweşî û Bextewerî be . 

‏Komela Rewşenbîrî ya Kurdî li Münster e.V.

Kurdische Kulturgesellschaft in Münster e.V.

19.03.2723

___

Nûnerê Konfederasyonê Revenda Kurdistanî sersaxî ji malbata Zêbarî re xwest

Harmn

Ragihandina Navenda Rewanda Kurdistanê civîna werzê duyem li ser rêkeftinên dabeşkirina Kurdistanê lidar xist 

KDC

Hevpeymana Krîstiyana Almanyayê bernameya xwe ya hilbijartinan pêşkêş kir

KDC