KDC

Jineke Aktîvîst a Kurd Ji Aliyê Îtlaatê Ve Hatiye Girtin

Yek ji çalakvan û mamosteyên sivîl ên Kurd li Dîwandereyê ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatiye girtin.

Li gor Navenda Mafên Mirovan bo Rojhilata Kurdistanê, îro roja duşemê di 16.08.2021an de Hêzên Rêvebiriya Îtlaata Dîwandereyê çalakvanê sivîl û yek ji mamosteyên zimanê Kurdî, Çiro Ehmedî li mala bavê wê girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Bi gotina şahidekî, di desteserkirina Çiro Ehmedî de herî kêm şeş kesên ji Hêzên Îtlaatê bi ser mala wan de girtine û li malê geriyane û dest danîne ser telefon û pirtûk û amûrên wê yên din.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha sedema girtina Çiro Ehmedî ji aliyê Hêzên Îtlaatê ve nehatine eşkerekirin.

___

Pîrozbahiya Cejna Qurbanê

KDC

EU Watchdog Accuses Facebook, Google of Privacy Shenanigans

kurdish dc

Nameya sersaxiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC