Li jêrî durûşmê:
«Xurtkirina çanda dialogê di navbera Revenda Kurdistanî li diaspora û civaka Elmanî û Ewropî»
Roja şemî, 20.09.2025, li bajarê Münster – Elmaniya, Fedarasîona Komelên Kurdistanî kôrbendek dialogê bi du beşan pêk anî ser rûl û ezmûna civaka sivil li Elmaniya û Kurdistanê, û her weha ser rûl û rewşa diasporeya Kurdistanî.
Kôrbend ji aliyê xatun Rodi Elî û rojnamevan Dilberîn Şengalî, cigerê serokê Fedarasîonê Komelên Kurdistanî rêsdar Iqbal Dawud û xatun Sîma Cefêr (wergêr) hate birêvebirin.
bi navê kôrbend û dialog bi spasiya sponsorên Kanalê Asmanî Kurdistan TV, Bajarvaniya Münster, Encûmena Xwegujandinê (Integrationsrat) û Konfederasîona Revenda Kurdistanî hate lidarxistin.
Dialog bi xêrhatin û xwelekek rawestan wekî rêzgeşandin ji giyanê pak Cangoriyên mirovatî, aştî û azadî destpê kir.
Xatun Maria Winkel, qaîmaqama bajarvaniya Münster, peyvek girîng pêşkêş kir.
Nader Doxatî, sekretêrê komîteya giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û serokê Fedarasîona Komelên Kurdistanî li Elmaniya, peyva rêsdar Şifa Barzanî, serperiştiyarê deskê diasporeya Kurdistanî, xwend. Heman demê jî peyva Fedarasîonê ji aliyê rêsdar Iqbal Dawud bi zimanê elmanî hate xwendin.
Panela yekem
Pêkhat bû ji xatun Prof. Dr. Birgit Ammann û Dr. Elî Dolemerî, nûnerê hukûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê.
Di vê panelê de têroteselî û şiroveyan ser rûl, asteng û pêşerojên civaka sivil li Elmaniya û Kurdistanê hate kirin, û her weha rûla revenda Kurdistanî li diaspora û civaka sivil li welatên azad û pêşkeftî.
Di dawiya panelê de, xelata yekemîn a Fedarasîonê Komelên Kurdistanî ji bo Dezgahê Xêrxwazî ya Barêgayê Barzanî wekî rêzdan ji kar û xizmetên wan li seranserê Kurdistanê hate pêşkêş kirin.
Panela duyem
Piştî navbera nan û xwarinê destpê kir.
Panela duyem pêkhat bû ji kak Awat Mustefa, berpirsa dezgahê xêrxwazî Barzanî li Ewropa, û xatun Xunav Haco, berpirsa komeleyê Ronahî li bajarê Bochum.
Awat di têroteselî de ser rûlê dezgahê xêrxwazî ya Barzanî li seranserê Kurdistanê axivî, û di heman demê de xatun Xunav li ser rewş û rûlê xwegujandinê û civaka sivil li Elmaniya gotûbêj kir.

