KDC

Messî Berpirsê Bazirganî ya Klûbê Şok Kir

Rêveberê karsaziyê yê Parîs Saint Germain Fabian Allegri rastiya firotina stêrka Arjantînî Lionel Messi eşkere kir.

Li gorî agahiyan, Messî di vê havînê de ji Barcelonayê çû klûba Parîs Saint-Germainê û diyar kir ku di nava çend rojan de bi bihay 800 hezar dolaran cil û bergên Messî hatiye firotin.

Allegri ji rojnameya Frensî Likeip re axivî û got: “Gelek dînîtî ye ku mirov li ser van hejmaran bipeyive. Belê, mezinahîya firotinê gelek mezin e, lê em hîn jî ji firotina milyonek dolarî dûr in.”

Hatina Messî pir zû hat kirin û ne tiştekî wisa bû ku em li hêvîyê bûn. Helbet, me got ku “me kinc zû peyda kir, lê ev yek li ser dema hilberîna me ye. Nike, Adidas, an Pûma be jî, em ne sêrbaz in û em nikarin cilûbergên wî zû hilberînin.”

Rêkeftina Messî piştî çend rojan ji daxuyaniya Barselona der barê dijwariya nûkirina girêbesta xwe û ragirtina wê li ser Kampa No de pêk hat.

___

How to bridge the gap between sales & marketing

kurdish dc

Komeleya Revenda Kurdistanî li Wolfsburgê şehîdbûna Şêx Meşûq Xeznewî bi bîr tîne.

Harmn

Zelenski Qala Tevgera Xeternaka Artêşa Rûsyayê Kir 

KDC