KDC

Navenda Brûkselê Xelata Rêzgirtinê Da Jineka Kurdperwer

Bi amadebûna Berpirsa Nivîsîngeha Rêxistinê ya Konfederasyona Navenda Revenda Kurdistanî – Brûkselê xelata rêzgirtinê da xanimeke Kurd ku bi salan xizmeta çanda Kurdî kiriye û herwiha wê jinê pirtûkxaneya xwe jî bexşî navendê.
Di 26/10/2025’an de, Xanima Şermîn Bozarslan, endama Komîteya Rêveber û Berpirsa Nivîsîngeha Rêxistinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, beşdarî merasîma xelatkirina Xanima Perwîn Cemîl Paşa, Seroka Buroya Kurdî ya li Brûksela paytexta Belçîkayê bû, ku ji aliyê Navenda Revenda Kurdistanî-Brûkselê ve hatibû organîzekirin.


Navenda Revenda Kurdistanî-Brûkselê ji bo rêzgirtina li têkoşîna Xanima Perwîn Cemîl Paşa ya bi salan ku ji bo nasandina çanda Kurdî li welatê Belçîkayê kiriye, û niha ji ber temenê xwe nikare têkoşîna rêxistinî bidomîne, ji ber wê pirtûkxaneya xwe pêşkêşî Navenda Revenda Kurdistanî-Brûkselê kir, da ku wek bîranînek bimîne û navê wan ê pîroz di bîr û nêrina Kurd û Kurdistaniyan de li xerîbîyê û li derveyê welat bijî.
Di çarçoveya vê merasîmê de, Xanima Şermîn peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî pêşkêş kir, û Navenda Brûkselê jî xelata rêzgirtinê amade kiribû û ji aliyê Xanima Şermîn Bozarslan ve pêşkêşî Xanima Perwînê hat kirin.
Herwiha Şermîn Xanim vekirina Nivîsîngeha Navenda Revenda Kurdistanî-Brûkselê pîroz kir û kêfxweşiya xwe ji bo pêşwaziya germ a endamên Navenda Brûkselê nîşan da, ku tekezî li ser wê yekê kirin ku Kurd û Kurdistaniyên li diyasporayê neynika Kurdistana Mezin in û mînaka herî baş jî Xanima Perwîn e ku bi salan ji bo mafên Kurd û Kurdistaniyan li xerîbîyê bê westan karê rêxistinî kiriye, ji ber wê daxwaz ji revendnişînan kir ku wek Perwîn Xanim dev ji têkoşînê bernedin, bêrawestan û xwedî li pirsa neteweyî û niştimanî derkevin.
Her di çarçoveya serdana Xanima Şermîn Bozarslan ji bo welatê Belçîkayê de, bi rêxistinên endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî re, bi awayekî cuda bi her yek ji rêxistinên Komeleya Aşîtî, Navenda Brûkselê û Navenda Belçîkayê re civiya.

___

Birîtanya: Konfedresyona Revenda Kurdistanî pirojeya werzîşê ji bo zarok û ciwanên Kurd vekir 

KDC

Qetliyama Dersimê Birînek Kûr e

KDC

li Parlamentoya Swêd qeliyama Helebçeyê hat bi bîranîn.

nusar1