KDC

Navenda Revenda Kurd Li Derveyî Welêt û Kanala Kurdistan24ê Bi Hevbeşî Ji Bo Pirsgirêkên Neteweyî Kar Dikin

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt serdana kanala Kurdistan24ê kir û ji aliyê rêvebirê kanalê ve hat pêşwazî kirin. Qala karê ragihandinê û hevkarî û piştgîriya berdewam ya ji kanalê hat kirin.

Îro Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ku ji Hewraman Elî Tofîq berpirsê ragihandinê û Kejal Derwêş berpirsê têkiliyan pêk dihat serdana kanala Kurdistan24ê kir û ji aliyê Mihemed Kerîm rêvebirê kanalê ve hat pêşwazîkirin. Di vê serdanê de gotûbêj li ser peywendiyên hevbeş û hevkariya bi berdewamî di karê ragihandinê de û bi taybetî piştgîriya Kurdistan24ê ya ji bo Navenda Revenda Kurd hate kirin.

Di beşeke din ya guftûgoyê de behsa vê yekê jî hate kirin ku Navenda Revenda Kurd bi hevkariya kanalê wê bikaribe xizmeta Kurdên diyasporayê bike û tekez li ser hate kirin ku divê bi hev re di mijarên neteweyî de kar bikin.

___

How to bridge the gap between sales & marketing

kurdish dc

Partiya Wekheviya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Pîroz Kir

KDC

Konfedresyona Rewanda Kurdistanî dê bi helkefta 39 saliya Enfalkirina Barzanî peyamek biweşîne

KDC