KDC

Rêxistina Rewşenbîrên Kurd kampanyayeke berfireh a paqijkirina jîngehê li Brîtanyayê birêve bir

Navenda Jîngehê ya ser bi Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanyayê, bi beşdariya hejmarek ji parlamenteran, berpirsên şaredariyê û kesayetiyên diyar, kampanyayeke berfireh ji bo paqijkirina kolanan û belavkirina hişyariya jîngehê li Birminghamê encam da.

Ev pêngav wek beşek ji stratejiya rêxistinê tê ji bo çekirina kultura parastina jîngehê û avakirina jîngeheke tendurist ji bo civakê.

Dr. Gove Ehmed, Serokê Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanyayê, di hevpeyvîneke taybet de ji bo malpera ragihandinê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand: Îro Înî 21ê Tebaxa 2026an, bi hevkariya komek ji kesayetiyên naskirî, endamên parlamentoyê, nûnerên şaredariyê, berpirsên rêxistinên sivîl û hejmareke zêde ya xwebexşan, kampanyayeke meydanî ji bo paqijkirina beşek ji kolanên Birminghamê encam dane.

Serokê rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir, hevdem ligel paqijkirina kolanan, çalakvanên wan rabûne bi belavkirina rêbername û hişyariya jîngehê di nav niştecihên navçeyê û rêwiyan de, û tekezî li ser wê yekê kir ku parastina jîngehê û ragirtina paqijiya bajaran tenê erkê aliyekî diyar nîne, belku berpirsiyariyeke hevbeş a hemû takên civakê ye.

Ev çalakî di çarçoveya zincîre projeyên Navenda Parastina Jîngehê ya Rêxistina Rewşenbîrên Kurd li Brîtanyayê de tê, ku armanca wan a sereke xizmetkirina jîngehê û pêşvebirina hişyariya giştî ye. Rêxistinê dupat kir ku ew dê li ser vî cureyê karên xwebexşiyê berdewam bin, bi vî awayî ku bikaribin di rêya xebata hevbeş de, jîngeheke paqijtir û xweşiktir ji bo niha û nifşên paşeroja peyda bikin.

___

64 Sal Li Ser Bilindtirîn Şanaziyê de; Peyama Dilsozî û Rûmeta ji bo Pêşmergeyê Bêwestan Cenabê Serok Mesûd Barzanî re

Karzan

Erîşên terorîstî ya doh êvarê li ser Hewlêrê, bi tundî şermezar dikin 

KDC

Belvbuna Korina Ii welatên Cuda

KDC