KDC

Hewlêr – cezayê bidarvekirina sê bikujên Serkirdekî Rojhelat derçû

Dadgeheke Hewlêra payexta herêma Kurdistanê biraya bidarvekirinê di derheqê sê bikujên Qadir Qadirî ku yek ji fermandarên PDKa rojhelatê Kurdistanê bû, derxist, tevî cezayê 5 sal zîndanî jibo 2 kesên din ên ku alîkarên wan bikujan bûn.

Di pirês konferansekê de li Hewlêrê, Kesûkarên şehid Qadirî û desteya parêzerên dosiye ya wî, raghehand, ku dadgeha dûyem a tawanan ya Hewlêrê cezayê Îdamê jibo 3 kesan û zîndanî kirinê jibo 2 kesên din derxist, piştî ku sê bikujan eşkere kiribû ku wan Qadir Qadirî tîro kir bû, da ku li hember vê kiryarê birê yek miliyon tûmenê Îranê werbigirin.
Tê zanîn Şehîd Qadir Qadirî ku yek ji serkirde yên hizba demukrata Kurdistan ya Îranê bû û fermandarekî pêşmerge yên wê partiyê bû, di roja 7-3-2018 de termê wî li devera Balîsan ya Başûrê Kurdistanê hate dîtin, û her ji wê demê partiya wî supayê pasderên Îranê bi tîrorkirina wî tometbar kir.

___

Em dixwazin we vexwînin çalakiyek ku ji aliyê Komxebata Pêşerojê ya Ciwanan (WORKSHOP) ve hatiye organîzekirin.

Harmn

Winklevoss bitcoin ETF rejected by SEC

kurdish dc

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Bi Kampanyaya ‘Dilê Me Bi We Re Ye’ Alîkariyan Ji bo Mexdûrên Lehiya Hewlêrê Kom Dike

KDC